|
Bi Pênûsa Mamosteyê Delal:Mamed
Cimo-Paris
6-11-2015
Anqosîbûna Ehmedê Nasirê Şemê
Torriniya Eşîra Şêx Mîrzayê Anqosî dîrokek e. Şêx
Mîrzayê Anqosî kî ye ? Şêx Mîrza Mezinekî Êzdiya bû. Tirkan ew
avêti bûye zîndana Amedê û hêriş biri bûne ser Anqosiyên Êzdî.
Ji ‘Eşîra Anqosiya, yekî bi navê Şero baz dide, xwe xelas dike;
tê di kavilên gundê Şadêrê de bi cî dibe. Şadêr, ango « Dêra
Belek », berê Fillan şên kiri bû. Piştî ku Îslamê bi ser wan de
girt,
ew jî ji wir reviya bûn, wekî çawa Anqosî ji derdora Amedê
reviyanî û bi wir ketinî. Ehmedê Nasirê Şemê ew mêre bû ku li
dîroka malbatê gerriya û lê xwedî derket. Bi saya vê mêraniyê,
niha Şadêrî dîroka gundê xwe dizanin ku ji kînga de destpê dike,
ji ku de destpê dike. Dara gundê Şadêrê hemû agadariyên torrinê
Anqosî ne; di vir de, çawa ku pêşmerge Kurdistanê diparêzin, wî
jî ew dare parast. Yanna, belkî ev rûpela dîrokî ya Anqosiya av
û av biçûya.
Wekî Kurdên Êzdî rastiya şîna Kurd û
Kurdistanê bi wan re maye, di wan de têye dîtin, çi gava
xebateka netewî ji bo mafê Kurdan hebe, divê ew li pêşî bin,
çinkî Kurdistana Arî, Kurdistana Zerdeştî, bi ser serê wan de
hatiye hilweşandin; ji vî serî dirrevine wî serî, ji wî serî
dirrevin, têne vî serî. Neviyê Şemê jî ew Kurde bû. Ji xebata
netewî nema û nehîşt ku zarokên xwe jî jê bimînin. Çito ku « Ey
Reqîb » di Newroza de di malê de dihate gotin, ew jî bi xortên
çalak re radibûye ser lingan.
Ehmedê Nasirê Şemê,
destanbêjê Pêşmerge
Destanbêjî mahnama (cewhername) gelekî ye; pêşmergename wî ye.
Di biçûkaniya xwe de, Ehmedê Nasirê Şemê perestdar û dildarên
destanên Kurdî, ew destanên ku dîroka gelê Kurd di Rohilat de bi
dirêjiya hezar salan nîşan dide.
Kûbaniyê (< kebanî : şahbano) ku jê re Kaniya ‘Ereba (kaniya
koçeran, ango kaniya ku kebanî diçûne bêriyê) jî dibêjin, di
hunerê destanbêjiyê de bi nav deng e. Di salên 50-60 yên sedê
çûyî de, destanbêj ji wir dihatine Çiyayê Kurmênc; ode çê dibûn
û stranên dîrokî dihatine gotin.
Wiha, ew padşahên stranên Kurdî yên Kûbaniyê - navdartirê wan,
eger em ne şaş bin, Mîşo bû - dihatine gundê Şadêrê jî; li wir
jî ode hebû. Ehmedê Nasirê Şemê , hîngê yî xort bû, bengiyê
strana bû, ciyek ji xwe re di odê de peyda dikir, guhdarî dikir.
Ew rewanê kurdîtiyê û pêşmergayetiyê di destanan de têna canê
destanbêjê Şadêrê gurrtir dike.
|
|