Deng û Rengê Cayê Kurmênc
 
 
 

Dr:Fexrî EbdoNivîskarên Kurdaxê

 -Fexrî Ebdo-

 
 

 
 
ji filklore kurdaxê

Gangiliyê hespa, Gulfîdan


Latînî: Adonis aestivalis
Fransî: Adonis d'été
Ingilîzî: Summer pheasant's-eye
Tirkî: Kann damlası
Erebî: أدونيس صيفي, عين الجمل
Hin navin din bi kurdî: ?

Giyayek salane, û hin cara jî temendar e. Li ser takekî, û hin cara li ser çendtaka ye. Bi qas 10-35cm bilind dibe. Pelgên wê piçûk û zirav in. Pir curreyên wê hene, û kulîlkên rengrengî jê hene: Sor, porteqalî, zer û spî. 

Gangiliyê hespa wek gangiliyê din e, lê hema piçûktir e.

 

 
 

 
 
lepike qirkê

Lepikî qirikê, Nankî kêsê


Latînî: Eryngium
Fransî: Panicaut 
Ingilîzî: Sea-holly, Eryngo
Tirkî: Boğa dikeni
Erebî: قرصعنة 
Hin navin din bi kurdî: Pêgulg, Kerengnebî, Kengirker, Kêngerê nebî, Çîstole, Tusiyê keran, Zingilzava



Striyek temendar e. Pir curreyên wê hene. Li her derekê tê dîtin. Ê pir li şûna bêderan, û hîn pirtir jî, li şûna kêsê (Kayê girs) ĥişîn tê, loma nav we ye.

Pir şaxdar e. Li ser qolekê ye. Bi qas 25-60cm bilind dibe. Rengê wê berbinefşî û kesk û şîn hene. Li havînê kulîlkên wê dibişkivin.

Bi tezetî, berî ku rind rabibe, ew pincar e û tê xwarin. Xelkê Çiyayê Kurmênc wê mist didin, dikin

 
 

 
  

Ûzelik, Ûrzelik


Latînî: Peganum harmala
Fransî: Harmal, Rue de Syrie
Ingilîzî: Harmal, Esfand, Wld rue, Syrian rue, African rue
Tirkî: Üzerlik
Erebî: الحرمل
Hin navin din bi kurdî: Boxîr, Espender, Qang, Îsfend, Sidab, Spindê Afrîkayê

Giyayek temendar e.Tûm e. Bi qas 50cm tûmikê wê bilind dibe. Qol û şaxên wê darî ne. Kulîlkên wê spiyê berzerî/berkeskî ne. Berên wê bi qasî noka ne, gilover in, û li ser sê kakilan parvekirî ne. Di hindur wan da tovên reş û piçûk hene. Ji derên hişk û zuha hez dike. Heger giya hişk bibe, dewar lê diçêre. 

Xelkê Çiyayê Kurmênc ji dij çavinîbûnê, ûzelikê di tayan ra derbas dikin û mîna torek xemlê jê çêdikin, û bi malê xwe va dixin. Hinek jî wê tev xwê dişewitînin û di ser kesê dixwazin ku nayê çavinîkirin ra digerînin.

 
 
 
  

Colbanê mara


Latînî: Vicia hybrida
Fransî: Vicia hybrida
Ingilîzî: Hairy yellow vetchling, Hairy yellow vetch
Tirkî: Sarı çiçekli fiğ, Hibrid fiğ, Dirfil
Erebî: البيقية 
Hin navin din bi kurdî: ?

Giyayek salane ye. Ji celebên baqila ye. Bi pirranî ew çendşaxî ye. Bi qas 20-60cm dirêj dibe. Li ser pozê şaxan, ji 3-8 cotên pelgên piçûk û hêkanî û sertûjik beramberî hev hene. 

Gupikên wê pirçin pir nazik li ser hene. Kulîlka wê tekane ye, rengzerî ye. Di bihara qert de kulîlkên wê dibişkivin. 

Ew giyayek ziyandar e. Pir ziyanê digihîne dexlê. Xelkê Çiyayê Kurmênc wê naxe, lê pez wê duxe
 

 

 
 
 
  

Q- dêlikê

Latînî: Taraxacum
Fransî: Ruderalia
Ingilîzî: Dandelion
Tirkî: Kara hindiba
Erebî: طرخشقون, هندباء برية
Hin navin din bi kurdî: Qalîşk, Diranê şêr

Giyayek temendar e. Li cihên bûr û lihêmî pir ĥişîn tê. Bi qas 15-20cm bejin radibe. 

Pelgên wê, yên wek riman, rû-hilûyî ne û keviyê wan bi çirrtikên wek diranan in. Ew pelg li ser erdê pahn dibin. Di nav ra zilin terr radibin, guvêşa wan bi şîrik e. Seriyê wan da kulîlkin zer-beloq û mezin hene. Bihnek wan sivik heye. 

Wek pisûnkan dikeviyê. Zarokên Çiyayê Kurmênc radihêjin wan pisûnkên topik, û pufê dikin. Tovên wan wek sîwanan li ber bayê difirin. 

Ev giya tê xwarin û tahma wê piçekî liser tahbûnê ye, lê li Çiyayê Kurmênc kêm cara kes wê duxe. Pez wê xwaş duxe.
 

 
 
 
  

Kulîlkê zer


Latînî: Calendula arvensis
Fransî: Calendula arvensis
Ingilîzî: Field marigold
Tirkî: Portakal nergisi, Aynısefa, Şamdan çiçeği
Erebî: البكورية الحقلية, آذريون حقلي, عين القط, عين البقر, عين الصفرا
Hin navin din bi kurdî: Kulîlka çavêşê, Hemîşê biharê


Giyayek salane ye. Ya çolî jî heye, û ya malan jî heye. Ya malan jêra dibêjin: Qereguz. Ew qebetir û reng-vekirîtir e ji ya çolî. Celeba çolî li nav ĥêran, û li cihên bûr pir ĥişîn tê. 

Bi qas 15-30cm bejin radibe. Qolê wê pirçin nazik li ser e. Pelgên wê wek serê rima ne, û hin cara kevî-çirrtikî ne. 

Kulîlkên wê zerê purteqalî ne. Ji Biharê da heta bi payîza direng, kulîlkên wê her geş in. Ew kulîlkek bînxweş e. Li Çiyayê Kurmênc, ew kulîlk nîşana baranê ye. Heger dunya wê bi baran be, kulîlk venabe.
 

 

 
 
 
  

 

Kerbeşê çavbeq, Kerbeşê çavgewir, Kerbeşê çavspî


Latînî: Silybum marianum
Fransî: Chardon-Marie
Ingilîzî: Milk thistle
Tirkî: Deve dikeni
Erebî: خرفيش, سلبين مريمي
Hin navin din bi kurdî: Beliq, Givzonik, Givzong 


Celebek Kerbeşê ye. Giyayek salane, yan du salane ye. Eger cihê wê xweş be, ew dikare bi qasî bejnekê bilind bibe.

Ew jî wek kerbeşan strîdar e. Rengê pelgên wê kesketarî ne, bi tamarên renggewrî neqişkirî ne. Dema ku qert dibe, nêrî di nav ra hildikişe, û qest dikeviyê. Renga wê benefşî ye. 

Li Çiyayê Kurmênc Nêriyê wê bi tezetî hilûs dikin û bi xavî dixun. Pez jî Kerbeşê çavbeq duxe.

Li Çiyayê Kurmênc gotinek pêşiyan heye, dibêje: Qedrê gula çi zanit, kerbeş divêt kerê reş.
 

 
 
 
  

Pûngê hespa


Latînî: Tragopogon porrifolius
Fransî: Salsifis cultivé
Ingilîzî: Purple Salsify, Goatsbeard, Common salsify, Oyster plant, Vegetable oyster, Jerusalem star
Tirkî: Teke sakali
Erebî: لحية التيس
Hin navin din bi kurdî: Sping, Şeng, Rîşê bizinê


Giyayek salane, û kêm cara jî dusalane ye. Li Çiyayê Kurmênc pir heye. Di ber ĥewşa ra, li bin daran, û li nav reza jî ĥişîn tê. 

Koka wê bi qas 30cm kûr û serrast , wek singa, dere erdê. Bejna wê jî bi qas 50-100cm radibe. Qolê wê bi şîrik e. Pelgên wê mîna tîra ne. Gupikên kulîlkan dirêj in, û li firçeyan derin. (Ji xwe nava wê ya latînî, tê wateya: Rîhên bizinan). Di nav biharê da kulîlk dibişkivin. Ew stêrkî ne.

Pûngê hespan ji pûnga din şîrîntir e. Li Çiyayê Kurmênc, wê bi xavî dixun. Pez jî duxe.
 

 

 
 
 
  

Kulîlkê mêst, Ceĥnim-cinnet

Latînî: Anthemis
Fransî: Anthémis
Ingilîzî: Anthemis
Tirkî: Papatya
Erebî: أقحوان, أربيان
Hin navin din bi kurdî: ?


Giyayek salane ye. Tov zîl dide, û ĥişîn tê. Hin cara tûm dide. Koka wê qaling e. Di nav biharê da kulîlk dibişkivin. Pir curreyên wê hene li Çiyayê Kurmênc. 

Li ser navê wê, dibêjin ji ber ku ew wek mêst spî ye, loma wê ew nava wergirtî.
Bi ĥenekî, li Çiyayê Kurmênc dema ku dixwazin bextê xwe binêrin, radihêjin kulîlka Ceĥnim-cinnetê, û pelgên wê yeko-yeko hildiqetînin û dibêjin: Ceĥnim, cinnet, ceĥnim, cinnet… û dinêrin, hele ka pelgê dawî çi ji wan ra veşartî.

Li Çiyayê Kurmênc, zarok kulîlkên mêst ber hev dikin, û di tayan ra derbas dikin, û wek tokan dikin ustûyên xwe. Xwe pê dixemilînin. 

Berê, li ser cilên kurmancî, xelkê Çiyayê Kurmênc çehnên (neqşên) kulîlka mêst çêdikirin.

Tahma wê tahl e, loma wê li Çiyayê Kurmênc pir nakin çay wek Babonêcê (Beybûn). Babonênc naziktir e. Ev qertoşkî ye. Lê dîsa jî hin cara wê tev Babonêcê dikin, û wek derman ji bo kuxikê, dikelînin û vedixun.
 

 
 
 
  

Zehter, Ze´nter

Latînî: Thymus
Fransî: Thym, Serpolet
Ingilîzî: Thyme
Tirkî: Kekik
Erebî: زعتر, صعتر, سعتر
Hin navin din bi kurdî: Awîşen, Zembûr, Cehter, Catirî 

Tûmek temndar û bihndar e. Bêhna wê gelek xweş e. Li ser taximan pir ĥişîn tê. 
Pirşaxî ye. Pelgên wê piçûk û zirav in. Tahma wan tûj û tahl in. Kulîlkên wê rengaravî ne. Di nav havînê da dibişkivin. Pir celebên wê hene.

Li Çiyayê Kurmênc, zehterê tev zêtûnan dikin, tev seleteyê pênêr dikin û dixun. Wê ĥişk jî dikin, û dihêrin, û tev nokên kutayî û hin biharatên din dikin, û bi zêtê dixun. 

Ev wêne ya Zehtera kera ye. Ew celebek qebe ye piçekî. Pelgên wê jî, li gor celebên din, pehntir in. Li Çiyayê Kurmênc, va celebê pir naxin, ji ber ku zilikên wê qertoşkî ne. Lê hin cara wê ĥişk dikin, û dihêrin û tev celebên din dikin, û dixun.

Li Çiyayê Kurmênc, pê bawer in, ku zehter derman e ji bu nexweşiyê sîng ra. Ew zehterê dikelînin, û wek çay vedixun. Ew nefesê merov vedike. 

Li Çiyayê Kurmênc, hinguvê herî çê ya zehterê ye. Pez jî zehterê duxe. 
 

 
 

 
  
Pîvok

Latînî: Crocus
Fransî: Crocus
Ingilîzî: Crocus
Tirkî: Çiğdem
Erebî: الزعفران
Hin navin din bi kurdî: Pîvong, Pîvonk, Pîvît, Pîvpîvok, pîvik, Pîvûk, Pîvank, Seradok, Pirpizêk 


Pîvok, giyayek temendar e, ji malbata sûsina ye. Binpîvaz e. Bi kêmanî bi qas bihostekê di bin erdê da ye. Pîvaza wê serşebekeyî (sertoreyî) ye. Pelgên wê pir zirav in, û hertim kesk dimînin. 

Pir cureyên wê li Çiyayê Kurmênc hene. Û pir rengên cuda jî jê hene: Spî, binefşî, morşîrikî.. Celebek wê berê li Çiyayê Kurmênc hebû, rengzer bû. Jê ra digotin: Kulîzer. (Gula hesretê yan jî zeferan yek ji cureyên wê ye).

Pir xortan çoyên wan yên pîvokan hebûn. Navê wan çoyan xilç bû. Serê xilç tûj bû. Ew seriya hin cara hesinî bû. Da ku xilç baş here erdê, xortan zora xwe hemû didaniyê. Serê xilç bi bin pîvokê vedikirin, û hildikirin. Loma berhevkirina pîvokan tim karê xortan bû, û ne yê keçan. 

Li Çiyayê Kurmênc, şebeke (qaliqek mor e) ji ser kokên wê radikin, pîvazek spî û teze ji bin tê der, bi xavî dixun. Hin cara jî tev li şîr dikin û dixun. Tahma wê pir xweş e.


----------

Zivirik
Zivrik

Latînî: Galium aparine
Fransî: Gaillet gratteron
Ingilîzî: Cleavers, Catchweed Bedstraw, Goosegrass
Tirkî: Yapışkan otu
Erebî: البلسكاء, قش السرير, عشبة الأوزة
Hin navin din bi kurdî: Zimanxûnk, Zimanxwînk, Zimanxûng, Zelqoq, Zeliqok, Nûsek, nwîsek, Dûgune, Padûseh (zazakî)


Giyayek salane ye. Bi xwe çolî ye, li nav erd û dexlan da pir ĥişîn dibe. Lê niha di ber hewş û dîwaran ra, li nav gundan jî heye. Bi axbarkirinê ra ew hatî. Ew pir di ber hev da ĥişîn tê, û hema bi hev va dizemire.

Qolên wê zirav û dirêj in. Hin cara bi qasî bejnekê bilind radibe. Ew hilkêşxwaz e. Pelgên wê qat-qatî ne. Her qatek ji 6-9 pelgên li rêz li dor qol gerîne, pêk tê. 

Li ser qol û pelgên wê bijangin pir nazik û zeliqokî hene.

Kulîlka wê spî ye, wek kulîlka devî masiya ye, lê piçûk e. Berikê wê jî hûrik û zeliqoyî ye, û di nav ra qul heye. 

Ev giya pir bi kincên merov û bi hiriyê pêz va dizemire. Di guvdê merov ra here, wê xwîn bikê, lê merov pir naêşîne. Li Çiyayê Kurmênc zarok zivrikê di ser zimanê xwe ra dixuşînin, zimanê wan xwîn jê diherike. 

Pez wê bi tezetî duxe.
----------
Tirşo

Tirşo

Latînî: Rumex acetosa
Fransî: Oseille commune, Grande oseille, Oseille des prés
Ingilîzî: Sorrel, Common sorrel, Garden, Spinach dock, Narrow-leaved dock.
Tirkî: Kuzukulağı
Erebî: حماض بستاني, الحميض
Hin navin din bi kurdî: Tirşok, Tirşoke, Tirşik, Tirşoq, Kerika berxê, Kerika berxo, Sêxaşik, Amênvaş (Zazakî)

Giyayek temendar e. Li ser koka xwe jî hişîn tê, û tovên wê jî dirreşin û ĥişîn tên. Ew ji cihên hênik û lihêmî hezdike. Di ber erqên avê ra û di zewran da pir dibe, û li nav zinaran û keleman jî dibe.

Li gor bejna wê ya qutik (bi qas 30cm radibe), qolên wê qaling in. Pelgên wê mîna rima ne. Kulîlkên wê wek rêşiyan dertên. Berek hûrik dikeviyê. Li destpêkê reng keskî ne. Bihurîn bi şûn da, ew sor dibin. Nêrî dide. Nêrîkê wê bersorî ye. 

Gelek curreyên wê li Çiyayê Kurmênc hene. Li Çiyayê Lêlûn curreyek jê heye, ji hemû curreyan tirştir e. Pelgên wê hûr in. Şêrewî (êlek e, nişteciyên Çiyayê Lêlûn in)we tînin, bi gurzan li bazara Efrînê datînin, û difroşin. 

Tirşoyê avî jî heye.Tûmê wê pir hêgin dibe. Tehma wê sar e.

Tirşo, pincarek e, navê xwe ji tehma xwe ya tirş wergirtî. Li Çiyayê Kurmênc bi xavî jî dixun. Wê dikin nav nanek tisî, û piçek xwê pê wer dikin û dixun, yan jî dikin selete. Yan jî tev li pincarên din da, diqewirînin û dixun. 

--------

Kovik

Kovik


Latînî: Moluccella laevis
Fransî: ?
Ingilîzî: Bells of Ireland, Molucca balmis, Shellflower, Shell flower
Tirkî: ?
Erebî: عين الأرنب, أجراس إيرلندة, عيون القطة
Hin navin din bi kurdî: Nermikê bin kayê, Bêngûk?


Giyayek salane ye. Bizir e. Sal tê here, hişk dibe. Li cihên bûr ĥişîn tê. Jerkî dîrektor derketine, ew li Çiyayê Kurmênc qut bûye. Bêrde kêm bûye. 

bejna wê bi qas 50-80cm radibe. Hin cara li ser takekê ye, hin cara jî li ser çendtaka ye. Qolê (Qamûş) wê nav vala ye. Pelgên wê girover û bi çirrtik in. Di kokê pelgên wê da stirî hene. Rengzer in. Di destê merov kevin, netên xûyan. Ew pir dikevin tiliyêm kesêm ku merrê dikin. Dêşîne. Merov çavan li xwe bipeqînî, merov wan stiriyan nabîne. Hin cara dimînin, û hildigrin, loma belkî werin xûyan.

Kulîlkên wê wek kovikan e, navê wê jî ji wê hatî. Ew kovik li dirêjiyê qol, di ber hev da, çaxa ku havîn qert bû, tên der. Bizir di hindur wan kovikan da heye. Bizirê wê ne gilover e. Hana bi niçik e. Merov wê di ser ra qut ke, pir şax dide.

Pez naxe. Hîn teze be, vê stirî be, ga belkî buxe. Li Çiyayê Kurmênc ew ne dermanê tu derdî ye.
---------


Tirî Mera

Tirî mara


Latînî: Bryonia
Fransî: Bryonia
Ingilîzî: Bryonia, Bryony
Tirkî: Çit kabağı, Çit kökü
Erebî: بريونيا, عنب الحية, الفاشرة
Hin navin din bi kurdî: ?

Giyayek temendar e. Jê mê jî heye, nêr jî heye. Pelgên wê kakilî ne, wek çiloyê reza ne li ser pênç kakila ne, lê piçûktir in. Şaxên wê tim serî rakirinê, û çav li hilkişînê ne. Ê pir, di kokê dara ĥişîn da dibe. Ew li daran û keleman digerin û pêra hildikişin. Kulîlkên wê berzerî ne. Ew kulîlk li buharê dibişkivin. Ber jî wek goşiya dikeviyê.Tene girover û kesk in. Çaxê bihurîn sor dibin.

Ev giya jehrîn e. Ne mirov û ne jî dewar wê duxe.

Çend celebên wê hene.
-------


Derpîkî pisûnê, Derpiyê pisîkê


Derpîkî pisûnê, Derpiyê pisîkê


Latînî: Silene aegyptiaca 
Fransî: silène d’Egypte
Ingilîzî: Egyptian Campion 
Tirkî: Mısır nakılı
Erebî: السيلين المصري، بزاز الكلبة، شنتان النورية
Hin navin din bi kurdî: ?

Giyayek salane ye. Li her derekê, am ĥişîn dibe. Ji berê da li Çiyayê Kurmênc heye. Ew û qereguzê va pir di nav hev da ĥişîn ţên. 

Li adarê kulîlkên wê yê rengaravî/ binefşî dibişkivin, û nav erd û hêran distînin û dixemilînin. Kulîlkên wê ji pênç pelçiman pêk tê, û her pelçimek serê wê du-kakilî ye. 

Ev giya zeliqokî ye. Wek ço gilêz pêda herikî be. Bi destê merov va dizeliqê. Çaxê nû tê der jî dîsa zeliqokî ye. Heger kulîlk da, zeliqokbûna wê hîn zêde dibê.

Nayê xwarin. Pez duxe. Li Çiyayê Kurmênc, Derpîkî pisûnê ji tiştekî ra bi kar nînin.
--------


Bûkmezave, Gêlancik

Bûkmezave, Gêlancik


Latînî: Papaver rhoeas
Fransî: Coquelicot
Ingilîzî: Corn poppy, Corn rose, Field poppy, Flanders poppy, Red poppy, Red weed, Coquelicot
Tirkî: Gelincik
Erebî: الخشخاش المنثور, الزغليل
Hin navin din bi kurdî: Xecxecok, Xecîcok, Bûk û zava, Gulebûk, Bûkanî, Bûkik, Bûk, Bwîk, Patpatok, Batînok, Xilinzer, Sersork, Şeqşeqo, Nîsanok, Gulenîsan, Kokolîko

Bûkmezave, li biharan, li her derekê ĥişîn tê. Ew ji cihên zuha û germ û tavlêgirtî hez dike. Ew giyayek salane ye, Bi qas 30-40 bejnbilind e. Tehma wê tahl e, û bihna wê jî tûj e. Qolê wê tîp e, û hundirê wê vala ye, lê hema pir zirav e. Pirçin pir nazik li ser qol û gupikên wê ne. Pelgên wê yên jêrîn çirrtikî ne. Gupikên wê pir caran dernexûnî ne. Hundir gupikên wê li destpêkê spî ne. Qert bibe, sor dibin. 

Zarok li Çiyayê Kurmênc bi wan gupikan têderxistokê dilîzin. Ew ji hev pirs dikin û dibêjin: Bûk lê zave? Ango, hundirê va gupikê sor e (Bûk) lê spî ye (Zave)?

Kulîlka wê, ya sor û nazik û balkêş, li meha gulanê dibişkive. Ew bi navê kulîlkê xwe hatî bi nav kirin. Hundirê Kulîlkê bi toz e.

Sê-çar cureyên wê li Çiyayê Kurmênc hene.

Bi tezetî, berî ku qolê wê rabe, ew pincar e. Tê qewirandin û xwarin. Pez jî duxe. Li Çiyayê Kurmênc, bûkmezavê di nav giyayin din da dikelînin, û ji bo sermê wek çay vedixin. Dermanê kuxikê ye. 
----

Qirnî

Qirnî


Latînî: Ricinus communis
Fransî: Ricin commun
Ingilîzî: Castor oil plant 
Tirkî: Hint yağı bitkisi, Kêne otu 
Erebî: الخروع 
Hin navin din bi kurdî: Kerçik, Gêne, Qirşax, Gijnî, Ginî

Giyayek jehrî ye. Çiloyên wê kakil-kakilî ne. Tovên wê jî belek-belekî ne û bi rûnê dagirtî ne. 

Navê qirniyê ya latînî (ricinus) tê wateya qiradê (Cureyek kêz e, qirad jî gotinek kok-erebî ye), ji ber ku tovên wê wek qirada ne. Qirnî jî bi xwe gotinek kurdî ye, û tê wateya qiradê.

Li Çiyayê Kurmênc, berê rûnê qirniyê wek dermanê qevzê bikar dihanîn. Tahma wê pit tahl e.
---



êriq,Gîya resh

Êriq


Latînî: Cynodon dactylon
Fransî: Chiendent pied de poule, Herbe des Bermudes
Ingilîzî: Dūrvā grass, Bermuda grass, Dubo, Dog's tooth grass, Bahama grass, Devil's grass, Couch grass, Indian doab, Arugampul, Grama, Scutch grass
Tirkî: Domuz Ayrığı
Erebî: النجيل
Hin navin din bi kurdî: Firêz, Herêz, Sînrek (zazakî)


Êriq çîm e. Şaxên wê li ser rûyê erdê belav dibin, û tamar didin. Li ser wan tamaran şaxin nû, di ber hev da çedikin, û giya belav dibe. Pelgên wê yên tûjikî, du qorrî li hember hev tên der. Kulîlkên êriqê biçûk û rengkesk in, loma bala merov nakişîne.

Êriq giyayek ziyandar e. Ew ziyaneke mezin digihîne dexlê. Ew cihê xwe distîne, û rûyê erdê bi çîmenekê digire. 

Gundî wê ji nav erdên xwe hildikin û radikin. Lê zû-zû jê rizgar nabin, ew ji nû va ĥişîn tê. Li Çiyayê Kurmênc dibêjin ku êriqê gotiye: Wîn min heft salan bixin kortikê êgir û bişewitînin, dîsa jî ezê ĥişîn bêm. (kortikê êgir berê di her pixareyekê da hebû)

Êriq yek ji giyayên bingehîn yê ku pez-dewar lê diçêre ye.
---


Şiliqbadir, Şeblebo

Şiliqbadir, Şeblebo


Latînî: Muscari comosum
Fransî: Muscari à toupet
Ingilîzî: Tassel Hyacinth
Tirkî: Dağ soğanı
Erebî: بلبوس شعري
Hin navin din bi kurdî: ?

Giyayek binpîvaz û temendar e. Pîvaza wê bi qas 1cm e. Ya herî pir, Pîvazek bi tenê ya rengmorî ye. Hin caran ji pîvazekê bêhtir e. Pelgên wê nerm û tîrêjî ne, û hertim ĥişîn dimînin. Qol 15-60cm dirêj dibe. Sernêrîka wê wek taca ye û renga wê şînbinefşî ye. Di nav biharê da kulîkên wê dibişkivin. Berikên wê biçûk in, wek kepsûla ne. Guvêşa şiliqbadirê gilêzoyî ye. 

Li Çiyayê Kurmênc wê hîn bi tezetî berhev dikin, û di zêtê da diqewirînin, û dixun. Ew xwarinek bi qedir û qîmet e.

Robarî jêra dibêjin: Şeblebo.


serzer

Serzer


Latînî: Sinapis arvensis
Fransî: Moutarde des champs, Sanve
Ingilîzî: Field mustard, Wild mustard, Charlock
Tirkî: Yabani Hardal
Erebî: الخردل البري, الصُفيرة, خردل الحقول
Hin navin din bi kurdî: Gurmize, Şêlmok?

Giyayek salane ye. Bejna wê bi qas 60cm hildikişe. Li tenişta rêkan da pir ĥişîn dibe. Mîna xerdelê ye, lê hema şaxên wê qelstir in, û pelghûriktirî ye. Rengê wan pelgan keskê vekirî ye. Nêrîkê wê rind bilind dibe. 

Kulîlk dikevin serê nêrîkê û serê şaxên wê. Kulîlkên wê jî zer in, loma ew nav lê hatî kirin. Ew kulîlk pir di nav hev da ne. 

Li Çiyayê Kurmênc serzerê dikin sibirge. Serzer netê xwarin. 

---



Gilêzê gaya



Gilêzê gaya


Latînî: Anchusa
Fransî: Anchusa
Ingilîzî: Anchusa
Tirkî: Sığır dili
Erebî: لسان الثور

Hin navin din bi kurdî: Gûriz, Gwîriz, Guriz, Gelziwan, Gozirvan, Gurisk (zazakî) 


Giyayek gizreyî ye. Hem çiloyên wê, hem jî bedena we bi strî ne. Ew strîna pir hûr in. Li biharê kulîlk dide. Kulîlkên we benefşî ne. Li Çiyayê Kurmênc ji kulîkên wê ra dibêjin mijmijok. Av di kulîkê wê da heye. Zarok dimijin. Pir şêrîn e, wek hinguv e. 

Hêgin dibe, nêri dide. Nêrîkê wê jî pir xelk li Çiyayê Kurmênc duxe. Nêri diqeşêrin, û bi tezetî dixun. Robariya dikin şîv. Dewar jî wê duxe. 

Di pir zimanan da navê we zimanê gaya ye, ji ber ku çiloyên wê li zimanê gaya diçe. Li Çiyayê Kurmênc ew nav lê hatî kirin, ji ber ku guvêşa wê wek gilêza gaya gilêzoyî ye. Gelek celebên glêzê gê hene.
-------




لأ{ثى{ه


Gêni


Latînî: Verbascum
Fransî: Molène
Ingilîzî: Mullein
Tirkî: Sığırkuyruğu
Erebî: البوصير, أذان الدب, نباد اللباد, عصا الراعي, عصا هارون, فتيلة الشمع 

Hin navin din bi kurdî: Guhkerok

Gêni tûmik e. Tûmkê wê rind mezin dibe. Fodil e. Li nav teht û zinaran da, û li kêlek rêyan pir ĥişîn tê. Hin caran li ser kokê xwe jî ĥişîn tê. Ket havînê hişk dibe. Ê li ciyê lihêmî, zû-zû hişk nabe. Germa û hişkayî di wê pir hukari nake.

Pelên wê di ser hev ra ne bi rengekî şeytanokî. Ew pel pir bi pirmût in. Pelên wê yên jêrîn li ser rûyê erdê pahn dibin, piştre, qolek (bedenek) di nav ra rind hildikişe. Seranserî qol kulîlk dikefinîyê. Kulîkên wê pir fodil in. Rengzerî ne, bîhn jî didin. Bîhna kulîlkên wê xeniq e. Gêni giyayek bi toz e. Toza wê were merov, merov duxirîne.

Pez naxe. Kûçik bi ser tûmikê gêni da şeqê xwe radike û mîz dike.

Li Çiyayê Kurmênc wê hildikin, dikin bin ĥelê, pê bulxur dikelînin. (Berê pir we dikirin, êzig kêm bûm)

Kulîkên wê ji gedekuliyê (Qerĥeya mahde) baş e. Li Çiyayê Kurmênc kulîkên wê dikelînin û vedixun. Hinek jî li Çiyayê Kurmênc dibêjin, ku gêni dermanê nexwaşiyên kolona ne jî. 

Celebên gêni pir hene, yek ji nav wan bi navê zehrmasi li Çiyayê Kurmênc tê nasîn. Ew jî hildikişe. Kulîkê zer dikeviyê, û erik digre.

-----


Kerbeşê reş


Kerbeşê reş

Latînî: Carduus pycnocephalus
Fransî: Carduus pycnocephalus
Ingilîzî: Italian thistle, Italian plumeless thistle, slender thistle, Plymouth thistle
Tirkî: ?
Erebî: اللُسّان الغليظ الرأس

Hin navin din bi kurdî: ?

Celebek Kerbeşê ye. Salane ye. Strîdar e. Rengê pelên wê kesketarî ye. Pelên wê dirêj in. Nêrî di nav ra hildikişe, û kulîlkên benefşî dikefiniyê. Ji cihê lihêmî hez dike. 

Ew pincar e. Li Çiyayê Kurmênc wê bi tezetî dikin şîv. Pir wê bi xavî naxun wek celebên din yên Kerbeşê. Zû qert dibe.
---

Tûzik



Tûzik

Latînî: Nasturtium officinale
Fransî: Cresson de fontaine, Cresson officinal
Ingilîzî: Watercress
Tirkî: Su teresi
Erebî: القرّة
Hin navin din bi kurdî: Kûzî, gicî, Tûzmask

Cureyek giya, yê ku li derdora kaniyan û li ber keviyên çeman da ĥişîn tê, ye. Pir caran, qolê wê di nav avê da ye. Tûzik tê xwarin. Tahma wê tûjbûn têda heye. Tûzik dilê merovan bi ser xwarinê da vedike. 

Li Çiyayê Kurmênc, hin caran dema ku bi zarokan şa dibin, ji wan ra dibêjin:

Wer-wer wer-wer werrillî
Tûzik, mendik, dikelî

Giyaya di navenda wêneyê da, tûzik e.







Pepikê pisîya



Pepikê pisiyê

Latînî: Lamium
Fransî: Lamier
Ingilîzî: Deadnettle, Greater Henbit
Tirkî: Ballı baba
Erebî: لاميون, لاميون ملتف الساق
Hin navin din bi kurdî: Gezika derewîn, Hingivîn, Mijmijok, Vaşê mêşan (Zazakî)

Giyayek salane yan jî dusalane (?) ye. Li cihên bûr ĥişîn tê. Bi qasî 25cm radibe. Pelên wê wek yên kergezokê (Gezgezok) ne. 

Kulîlkê wê benefşî ne û wek gore û sola ne, loma jî ew nava lê hatî kirin. Ew ne pincar e.

Pir cureyên wê hene. Ev wêne ya cureya ku navê wê bi latînî ew e: Lamium amplexicaule

-----



kergezok

Kergezk, Kergezok, Gezgezok

Latînî: Urtica Dioica
Fransî: Ortie
Ingilîzî: Nettle
Tirkî: Isırgan 
Erebî: القراص, القريص
Hin navin din bi kurdî: Giyagezk, Gezik, Gezok, Gezgezk, Gezgezik, Gezek, Gezende, Gezinik, Zirgezok, Dêrzînik, Durzik, Durzile, Dırrıke (Zazakî)

Giyayek salane ye. Bi qasî 50cm radibe. Li cihên bûr, û li ber dîwaran da pir ĥişîn tê. Pelên wê dil-çirtikî ne. Li ser qol û pelên wê mûyin pir nazik hene, ku destê merov bi wan bibe yekser gezdike û duxreîne. Kulîlkên wê piçûk in û rengkeskî ne, wek rêşiyan e. Ew rêşî, heger havîn qert bû, ustûyên xwe ditewînin. 

Cureyên wê gelek in. Pez Kergezkê xweş duxe. 

Hinek li Çiyayê Kurmênc, heger kergezk teze be, dikin sermûsak û duxin. 

Gotin li Çiyayê Kurmênc heye, ku ew ji nexwaşiya qûmên kurçikan ra baş e. Hinek jî pê bawer in, ku ew qelewbûnê datîne. Kergezkê dikelînin, û ava wê hiltînin û diparzinînin. Derbê hinekî jê vedixun. Dibêjin ku ew dohnê merov dihelîne.
----

Gurik

Gurik

Latînî: Orobanche
Fransî: Orobanche
Ingilîzî: Broomrape, Broom-rape
Tirkî: Canavar otu
Erebî: الهالوك, شيطان البرسيم, خبز الأرنب, عشب الثيران 
Hin navin din bi kurdî: Gurk, Gurgeh, Gulik, Giyagurg, Gurgr, Çindarî 

Ew giyayek çolî ye. Giya bi xwe rengzerî ye, û kulîlkên wê jî binefşî ne. Di ber kokên tûlan da ĥişîn tê. Klorofîla wê nîn e. Loma jî, ew mecbûr e ku barê xwe çeke ser giyayên din, û xwarina xwe ji wan bistîne. Ev yeka jî, ziyanek mezin digihîne dexlê. Hin caran, ew takên nok û nîskan yan folan zer dike û dimiçiqîne. Hin caran jî wan hişk dike.

Cureyên wê gelek in, pirê wan jî temendar in.
--


Belan
Belan, Çalûk

Latînî: Sarcopoterium spinosum
Fransî: Pimprenelle épineuse
Ingilîzî: Thorny burnet, Pricky burnet, Brushwood
Tirkî: ?
Erebî: البلان الشوكي, النتش
Hin navin din bi kurdî: ?


Tûmek çolî ye. Dirrîdar e. Pir şaxan dide. Kok û şaxên wê darî ne. Ji roniyê hez dike, loma ew li bin daran kêm e. Giyayek temendar e, û li ser koka xwe ĥişîn tê. Ya herî pir, ew li çiyan û li cihên bûr û berdayî û li nav zinaran da, ĥişîn tê. 

Pelên wê piçûk in. Ew li destpêka buharê kulîlk dide. Berên wê wek goşiya ne û bi goşt in. Li destpêkê ew ber spî ne, paşê, di bin ĥukariya tavê da, aravî û sor dibin. Û rûyê beran yên ku tavê nedayiyê, spî dimîne. Li Çiyayê Kurmênc, bi wan berikan ra dibêjin (Peqpeqok). Pez Belanê duxe.

Li Çiyayê Kurmênc, belan dîdinan ser dîrakên serxaniyan, û ax berdidan se, wê ax hembêz dikir. Piştî wê ser siwaq dikirin. 

Li Çiyayê Kurmênc, kokê wê ji bo nexwaşiya nefesê (Tengahiya nefesê) dikelînin û vedixin. Sîngê merov fereh dike. 


hejire ereba

Kember
(Hejîrê Ereba)

Latînî: Capparis spinosa
Fransî: Câprier commun
Ingilîzî: Caper, Flinders rose
Tirkî: Gebre otu
Erebî: القبّار, الكبر, الشفلح
Hin navin din bi kurdî: Kemberok, Kemer, Keber, Kemper, Berkemer, Şêfelet


Tûmek çolî ye. Dirrîdar e. Kok û şaxên wê darî ne. Hilkêşxwaz e. Giyayek temendar e, û li ser koka xwe ĥişîn tê. Ya pir li cihên bûr û berdayî, li ber zinaran, li dor xaniyan, û li ber dîwarên ling jê qut ĥişîn tê. Li buharê zîl dide, û li havînê qert dibe. 

Pelên wê hêkanî ne, û bi goşt in. Kulîlkên wê beraraviyî ne. Heger kulîlkê kemberê peqî bi şûnda, li Çiyayê Kurmênc wa hingê jêra dibêjin: Hejîrê ereba. Mêşên hinguv pir lê dinê. Ew hinguvê sipî ji wê çêdike. Hinguvê kemberê pir bi tahm e. 

Berên wê hermûtkî ne û rengê wan kesketarî ne. Dirêjiya wan 2,5-5cm ne. Heger bibihurin, dibişkivin, û hindirê wê ya tijî dendik sor xûya dike. Li Çiyayê Kurmênc, hinek nû fêr bûna, ku wan beran dikin tirşo. Mar pir li kemberê dihewê. 

Li Çiyayê Kurmênc, wê ji bo nexwaşiya bê bi kar tînin. Kulîlkên wê tînin, û dikutin, û li xwe dihêlin. 




Tolik

Tolik, tolika çav-reş

Latînî: Malva neglecta
Fransî: Mauve à feuilles rondes, Mauve commune
Ingilîzî: Common mallow, Dwarf mallow
Tirkî: Ebegümeci
Erebî: خبازة مهملة
Hin navin din bi kurdî: Tolg, Xamazek (Zazakî)

Giyayek çolî ye. Pelên wê bi çirrtik in, û gurçikî ne. Kulîlkên wê aravî ne.Gelek cureyên wê hene: Tolika çav-reş, tolika çav-gewr, tolika biçirrtik,.. 

Jê heye, salane ye. Bizirê xwe ĥişîn dibe û radibe, jêra dibêjin: Tolika ecer, yan jî a mê. Ev cureya ku bimîne, kok nade. Ew bi temamî hişk dibe. Ev cure ji pincara ye, tê xwarin.

Û jê jî heye, temendar e, û li ser koka xwe ĥişîn dibe û tûm dide, û li ser erdê pahn dibe. Ew koka xwe serrast berdide erdê, û tamarên wê baş qalind dibin, û hin caran bi qas tiliyên merov qalind dibin. Jêra dibêjin: Tolika kevin, yan jî a nêr. Va cureyê hin caran, heger teze be, dixun, lê bi qertî wê li Çiyayê Kurmênc naxun.

Li Çiyayê Kurmênc, ew ji tolika çav-reş hez dikin. Wê yan diqewirînin, yan jî dikin gêrmi, û dixun. Ew tolika bi çirrtik naxin, Lê dewar wê duxe. 

Li Çiyayê Kurmênc, di sitranek ĥinê û zavetiyê de, ya bi navê (Zeko) da, tê gotin:

Ax lê dînê lê Zeko
Lê, lê, lê, lê Zeko
Zalim dînê, lê Zeko
Wexta min tolik çinî
Di jorî min re sekinî
Destê xwe li min hilanî
Min xwe ji tirsa re danî
(Ji pirtûka (Mihemed Henîfî), Pîr Rustem. R. 60.)

Zarokên Çiyayê Kurmênc jî, bi henekî ji xwe re distirên, û dibêjin:

Ez baqila dixum, ez baqil dibim
Ez tolikê dixum, ez tol dibim
Ez kerbeşê dixum, ez ker dibim

Ev wêne ya tolika çav-reş, ya mê ye.
----




Encura kera


Encûrê kera

Latînî: Ecballium elaterium
Fransî: Concombre d'âne
Ingilîzî: Squirting cucumber, Exploding cucumber
Tirkî: Eşek hıyarı
Erebî: قثاء الحمار, فقوس الحمار
Hin navin din bi kurdî: ?

Giyayek temendar e. Li ser koka xwe jî ĥişîn dibe, bizir jî ĥişîn dibe. Tûmê xwe baş mezin dibe, bi qasî şûna metrek erd distîne, heger ne zêdetir be. Li erdê gewir, li nav zibil da pir ĥişîn tê. Ji cihên lihêmî û hênik ĥez dike. Li deştê ĥişîn nabe. 

Pelên wê dilikî ne. Kulîlkên wê zer in. Berên wê jî hêkanî û kesk in, li teneyên tirî derin. Ew ber bi qas 3-5cm dirêj in. Hundirê wan beran bi avê dagirtî ne û tijî dendik in. Ew dendik li qor in, wek dendikên encûrên xwarinê, lê ji yê wan hûrtir in. Pel û qol û berên va wê gizreyî ne.

Encûrên keran li demsala payîzê dibihurin. Heger merov destê xwe bi bera bihurî bike, bizrê wê hema hildipijiqe nav çavê merov. Pez wê naxe. Tehma wê pir tahl e. 

Li Çiyayê Kurmênc, encûrê kera ji babasirê ra bikar tînin. Ava encûrê ji bin va li xwe dihêlin, babasirê dikuje. 

Li Çiyayê Kurmênc, gotinên yekî tewşik bin, dibêjin: Gotinên wî wek encûrên kera ne. 
Û heger yek zû hêrs bibe, dibêjin: Ew wek encûrê kera ye, kes newêre gotinekê pêra bike: Ango hema hêrs dibe û hildipijiqe nav çavên merov. Yan jî tê wateya, ku ew kes gelekî rû-tahl û tirş e.

Min ji hinek kes bihîst, ku kesê encûrê kera buxe, wê pê bimire!
-----

Çaqir

Çaqir

Latînî: Centaurea calcitrapa
Fransî: Centaurée Chausse-trape, Centaurée étoilée, Chardon étoilé
Ingilîzî: Purple starthistle, Red starthistle
Tirkî: sarı diken
Erebî: نبتة الدردار, مرير, مصيدة, قنطريون نجمي, الدردرية
Hin navin din bi kurdî: Strîzerk


Giyayek salane, û çolî ye. Li pir deran ĥişîn tê, lê ji cihên lihêmî hez dike. Li zivistanê zîl dide, û li biharê tê çinîn.

Heger çaqir qert bibe, strîk stêrkî di nav ra dertê, loma ew ji strîdaran tê jimartin.

Heger çaqir teze be, wê li Çiyayê Kurmênc dixun. Lê wê bi xavî naxun û nakin nav seleteyan, çimkî tahma wê tehl e. Wê di nav zêtê da diqewirînin û dixun.

Li Çiyayê Kurmênc, çaqirê dikelînin, û wek dermanê gede (mehde) bi kar tînin û vedixun. Dibêjin ew êşeka gede sivik dike. 

Li Çiyayê Kurmênc dibêjin: Çaqirê kevin, û çaqirê nû. Yê kevin ji yê nû tehltir e.

Biwêjek li Çiyayê Kurmênc heye, dibêje: Wek nokê çaqirê ye. Lê wateya wê ji min ra ne diyar e.

(wêne yê çaqirê teze ye, berî ku strî bide ye)


Batovik

Bahtov (Bahtovk)

Latînî: Hypericum
Fransî: Millepertuis perforé, Millepertuis commun, Millepertuis officinal
Ingilîzî: Tipton's weed, Rosin rose, Goatweed, Chase-devil, Klamath weed
Tirkî: Sarı kantaron, Kılıç otu, Mayasıl otu, Koyunkıran
Erebî: العرن, العرن المثقوب, عشبة العرن, نبتة سيدي يحيى, عشبة القلب 
Hin navin din bi kurdî: Botav, Batov, Behtûvk, Betûvk, Bantûf, Batav 


Tûm e, li ser tamarên xwe ĥişîn tê. Li her derekê, am ĥişîn tê. Ê pir li erdê gewr, li qeracan ĥişîn tê. Hin caran xwe berdide tehtan jî û têda ĥişîn dibe. Di kokên daran da pir e. Ne qebêl e, ji ber ku ew di kokên daran da ye. Erdê ku cot negiyê rind têda ĥişîn dibe. Ew li ber tavê jî rind ĥişîn dibe. 

Qolê xwe sor e. Kîçax bihar qert bû û tûm mezin bû, wê çaxê kulîlk dide. Heta bi payîzê kulîlk dide. Rengên kulîlkên wê zer in. Heger toza wê li çavan bixîne, ew wan bi demkurtkî kûr dike. Paşê çav vedibin. 

Bi ĥişîni pez wê duxe. Heger hişk bibe, pez wê naxe. Bizina çîl xwarina wê lê nayê. 

Va ye çend sal in li Çiyayê Kurmênc, wê dikelînin û vedixun wek dermanikê ji xetimîna tamarên dil û ji nexweşiya şêkir ra. Dibêjin ku ew tamarên dil hemûyan vedike. 

Li Çiyayê Kurmênc, tûrek paçî tînîn, tijî bahtovk dikin, û pirloq (tortê dimis, yê li bini mayî) berdidin ser. Ava dimis zelal jê dadirive. Hincaran hejîran li ser tûmikên bahtovkê ĥişk dikin

Berê jî bîstanciyan bahtovk dihanîn, çedikirin ser holikên bêderan, û bi kêlekan va jî dişdandin. Azepan jî dikirin nivîn, û li ser xew dikirin. Nerm e. Heger ba lêxe, û tav pêde û ĥişk bibe, û biweşe, û merov li ser rûne, merov naêşîne. 

Berê sibirge jê çêdikirin, û piştê gayan û hespan jî pê paqij dikirin. 

Cûreyên bahtovkê pir hene.

Li Çiyayê Kurmênc biwêjek heye dibêje:
- Alafa batofkê ye.
Ango: Zû geş dibe, û zû jî dimire


xernub

Xernûb

Latînî: Prosopis farcta
Fransî: Prosopis farcta
Ingilîzî: Dwarf mesquite, Syrian mesquite
Tirkî: 
Erebî: الخروب النبطي, خروب المعزى, الينبوت
Hin navin din bi kurdî: Xernûf, Xurnûf, Xirnûf, Xirnûk, xurnîfk

Xernûb tûmek strîdar e. Bejn qut e. Pelçim hûr e. Li zewran û keviyê rêyan û li nav pirêzan, di axa xijik (dûz) da û li erdên ku ava wan nekûr da ĥişîn tê. Kulîlkên xwe rengê wan berzerî ne. Bihar qert bû bi şûn da kulîlk dide, heta bi destpêka payîzê. Berên xwe wek gurçikên mirovan in û pir bi goşt in. Ew bi qasî 1,2-2,5cm dirêj in. 

Xernûb ji sermê hez nake. Zivistanan pelê xwe diweşîne.

Li Çiyayê Kurmênc hin caran zarok berên wê dixun. Ew ber devê merov yekser zuha dike û dimiçiqîne. Dewar xernûbê bi eşq duxe.

Xernûb li Çiyayê Kurmênc navê cureyek daran e jî. Ezê wê li cihek din şirove bikim. 


tolikê ga

Hîro, Tolikê gaya

Latînî: Alcea rosea
Fransî: Passe-rose, Passerose, Rose trémière
Ingilîzî: Common Hollyhock
Tirkî: Gülhatmi, Hatimi gülü
Erebî: الختمية
Hin navin din bi kurdî: Hêro, Hûrî

Li Çiyayê Kurmênc, hene jê ra dibêjin hîro, û hene jê ra dibêjin tolikê gaya. Pir cûreyên wê hene. Yek ji wan navê xwe yê zanistî Alcea kurdica ye. Ango: Hîroya Kurdî.

Ji xwe Hîro giyayek çolî ye, lê hincaran jî ji bo xweşikahiyê û xemlê hinek kes wê di baxçeyên xwe da diçînin. Li devê rêyan, li ber devê avan hêşîn dibe. 

Kulîlkên wê filîstokî ne û li ser pir rengan ne: Spî, sorê vekirî, xwînsorî, aravî, binevşî. Kulîkê wê tê firotan jî. Bejna hîroyê dirêj dibe dikane di ser du metroyan bikeve. Li ser koka xwe hişîn dibe (Heger kok di erdê da bimîne). Pir zor e ku ji kokê da were hilkirin. Ew koka xwe kûr berdide erdê. Kok nerm e jî. Gi tevşo pir ne tûj be, wê qut nake. Tim dike kup kup kup, wek kulêv lê dikeve, û qut nake. Tê cûtin, û qut nabe. 

Li Çiyayê Kurmênc dibêjin ew sîng û gewriya merov nerm dike. Loma heger sîngê yekî vêra bigire, kulîkên wê tev çay dikin û vedixun. Belxemê radike û pak dike. Vêra belxem tê avêtin. 

Koka wê jî dikutin, û di nav avê da mist didin. Ҫopê çedikin, û wê avê tînin, piçek ard pê wer dikin û li ser êgir germ dikin, û wek melheman jê çêdikin, û didin ser ĥeban û pizikan. Ew wan çê dike.

Merovekî ji min re got: Go pîroz li çavê min hat. Ez çûm Mabeta (gundekî mezin e li Çiyayê Kurmênc) cem kalekî. Rabû xwaziya xwe tê da. Go tê herê şîrinî wînê, hîroyê têda mistdê, û tenak ard têwerdê, û bi germi jî bi ser çavê xwe dê ĥeta sibeda, bila wê wexmê jê bikişînê. Go min da ser. Bi sibê ra, werm dînabû.

Pez wê bi kêf duxe û mêşa hinguv jî lê dinê. 


xint

Xint

Latînî: Asphodelus
Fransî: Asphodèles
Ingilîzî: Asphodelus
Tirkî: Çiriş otu
Erebî: البَروَق, البرواق, العيصلان 
Hin navin din bi kurdî: Gûlik, Xend, Xent, Hêlıge (zaza)

Giyayek çolî ye. Li destpêka biharê ĥişîn tê. Li çiyan û cihên asê û zozanên bilind û newalên kûr dij. Pelên wê tûjik û dirêj in. Nêrî dide. Hincaran nêriyên wê ji bejna mirov bilindtir dibin. Kulîlikên reng spî/beraravî dikefiniyê. Gelek cureyên xintê hene.

Ava xintê pir tîr û gilêzoyî ye, û hevdu bernade. Heger pez wê buxe, şîrê xwe gilêzoyî dibe, û ji hev dikişe û naqete, û tehma xintê jî pir dikeve nav wê. Mastê şîrê ji xintê jî gilêzoyî ye. Gundî şîr û mastê jî xintê hema nasdikin.

Li Çiyayê Kurmênc, li gundê Kefirsefrê, geliyek heye bi navê (Gelî xint) e, ji ber ku xint pir lê heye.

 
 
 
 

Nankî çûkê (Nankê çûçê)

Nankî çûkê (Nankê çûçê)

Latînî: Capsella bursa-pastoris
Fransî: Capsella bursa-pastoris
Ingilîzî: Shepherd's-purse
Tirkî: Çobançantası
Erebî: کیس الراعي 
Hin navin din bi kurdî: Nivîştîlok, Nançivîk, Nançûk, Nançûçik, Nanê mirçîkan, Harik, Tarek 

Giyayek salane ye. Li destpêka biharê, li pir deran ĥişîn tê, ille jî li ser rêkan pir tê dîtin. Pelçimên xwe li ser erdê pehn dibin. Qert bibe, nêrî di nav ra hildikişe. Ew nêriya (Hincaran ji nêriyekê bêhtir e) berikin wek dilan dikefiniyê. Kulîlkên wê rengspî ne. Bi qasî 20cm bedena wê dirêj dibe, û heger cihê xwe xweş be, hîn geştir bilind dibe. 

Ev giya pincar e. Heger teze be, wê li Çiyayê Kurmênc di nav pincaran de, diqewirînin, yan jî dikin gêrmî û dixun. Çivîk jî bi tezebûn lê diçêre. Nankî çûkê navê xwe ji wê wergirtî. Heger qert bibe, merov naxe, tenê dewar wê duxe.








 

 
 
 
 
Xaşêl

Xaşêl

Latînî: Euphorbia helioscopia
Fransî: Euphorbe réveille-matin, Petite Éclaire
Ingilîzî: Sun Spurge
Tirkî: Sütleğen
Erebî: الجيجان, الحلبوب, اللاعية 
Hin navin din bi kurdî: Xweşîl, Şîrmar, Xagşîr, Xwelîşîrik, Şîlik, Giyaşîrk, Şîrok, Miravke, Xweşrîng, Talşîr, Taleşîr

Giyayek salane ye. Di nav erdên nokan da pir ĥişîn tê. Pelên wê hêkanî ne. Qolê xwe jî nerm û hilû ye. Renga kulîlkên wê zerê xeriqî ye. Li havînê berik dikefiniyê. Xaşêl hertim, berê xwe ber bi tavê dike. 

Bi şîrik e, û şîrikê xwe pir tahl e. Eyn zihêr e. Heger pir li ser destê merov bimîne, wê destê merov kul bike û pir bixurîne. Di ser ra qut dikin, şîrik jê tê. Li Çiyayê Kurmênc bi xaşêlê kelê lêçeran(Rîçalan) datînin, û bi dimisê rezan ra jî dikelînin. Tahma lêçeran û dimisê şêrîn ji hinguv xwaştir dike. Mêşa hinguv jî pir lê dinê û jê dikişîne. Dewar wê naxe.

Li Çiyayê Kurmênc hinguvê herî xweş ya giya zahnterê ye, û li herêma robariyan jî ya xaşêlê ye.

 

 
 
 
 
pirpar

Pirpar

Latînî: Portulaca oleracea
Fransî: Pourpier, Pourpier maraîcher, Porcelane
Ingilîzî: Common Purslane, Verdolaga, Pigweed, Little Hogweed, Pusley, Moss rose
Tirkî: Semiz otu 
Erebî: بقلة حمقاء, الفرفحي, الفرفير, الرجيلة 
Hin navin din bi kurdî: Parpar, Pêpîne, Pimpar, Pêrpîne, Pêpîner 

Giyayek salane ye. Xwebixwe di mehên havînê da li nav baxçeyan, li kêlek rêkan, û li hewşan jî hişîn dibe. Hema li ser rûyê erdê pehn dibe. Ê pir li ser piştê xetan hişîn dibe. Piştî avdanê, yan jî baranê, rind geş dibe.Hincaran baş mezin dibe, û bi qasî şûnê metrekê distîne. Pelçimên xwe hêkanî ne, û rengkeskî ne, û pir bi goşt û av in. Di nav wan pelçiman ra, dema ku havîn qert bibe, kulîk dide.Ê pir rengzerî ne. Piştî demekê, ew kulîlk wek kepsûlan yan jî çiqinan dibin. Ew çiqin tiji bizirên rengreşî dibin. 

Pirpar, demê teze be, tahmtirşikî ye. Li Çiyayê Kurmênc wê diçinin, û wek selete dixun. Bes qert bibe, naxin.

Li Çiyayê Kurmênc, heger tiştek pir bibe, dibêjin wek bizrê pirparê ye! Û dîsa wek biwêj heger jinek nû bi hal bûbe dibêjin: Wê pirpar xwarî.

 

 
 
 
 
Derzîdank, Çopanî ĥêştira

Derzîdank, Çopanî ĥêştira

Latînî: Erodium cicutarium
Fransî: Bec-de-grue à feuilles de ciguë, Bec-de-grue commun,Érodium à feuilles de cigu
Ingilîzî: Redstem filaree, Common Stork's-bill, Pinweed 
Tirkî: Dön baba
Erebî: ….
Hin navin din bi kurdî: Nikulê leglegê, Derzîlog

Li destpêka biharê zîl dide. Nêr jî heye, mê jî heye. Yê nêr gewrik e, û yê mê sor e. Yê nêr pehntir û tahltir dibe ji yê mê. kulîlkê xwe regê wan morşîrikî ne. Ew kulîlkna nêrî didin wek derziyan dibin. Ew derziyan berê xwe ne û ew dikeve herduyan, lê berê ya mê pir mezin nabe. Heger berikê wê qert bibe, zarok jêdikin û di kincê xwe da vedinin wek derziya saetan li dor hev digere û li hev tê badan. Derziya herduyan digere. Pez duxe. Merov jî dikare wê buxe.

 

 
 
 
 

kardî


Kardî

Latînî: ARUM 
Fransî: Arum tacheté, pied de veau
Ingilîzî: Arum, lords-and-ladies, cuckoopint
Tirkî: Yılanyastığı
Erebî: القلقاس أو أذن الفيل أو اللوف
Hin navin din bi kurdî: Karîya kelê, Kardûn, Kardû, Gulşeypûr

Ev giya pir cureyên xwe hene. Li dawiya zivistanê/ destpêka biharê bi gurzan zîl dide û hişîn tê. Ji derên lihêmî û ji siyê hez dike, loma jî yê pir li ber dîwaran û li bin daran û di nav keleman da hişîn tê. Bi qasî 15-30 cm bilind dibe. Pelçimên xwe wek dila ne, sertûjî ne. Rengê wan keskê vebriqokî ne. Nêrî dide, û bizir dikeviyê. Bizrê xwe hebe-hebe ne. Li destpêkê, bizir reng hişînî ye. Dikemile, sor dibe.

Merov wê bi xavi buxe, zihêr e. Ê devê merov perçe bike. Dêv diwermîne û pir duxrîne. Li Çiyayê Kurmênc wê hûr dikin û dikelînin û pîvazekê jî diqewrînin û çedikin ser, û di zêtê da diqewirînin, û dixun. Zêta xwe êkê pir be. Pez kardiyê naxe. 

Salê qe merov nexe, gerek e merov sê cara illemê buxe. Ji nexweşiyan ra rind e. Kurmên biçûk bi merovan ra di rûvikan da hebin, gi kardiyê buxe, hew kurmikna hemû wê jêda bikevin. Yek kurm vêra hebin, hebikê ji wa bizrê nêriya wê daqirtîne, kurm-olan vêra namînin. Dikin nav pelikên cixareyan yan jî piçik wereq, û lihev dipêçin û dadiqirtînin, daku gewriyê neşewitîne. 

Piştî qusandina pêz, heger dewarek birîn bibe û kurm têkevin birîna wê, pîvazê kardiyê tînin, û bi darikekî lêdixin, dikin melhem. Wa melhemê dikin devê birînê. Ҫiqas kurm di birînê da hebin, wê tavilê bimrin. Yekê tenê bernade. Ji birînên mirovan ra nabe. Ava xwe eyn zihêr e. Va zihêra bi kelandinê dere. 

Li Çiyayê Kurmênc dibêjin kêsefis heger kardî hebe, dikare maran buxe. Ew dema maran duxe, di ber ra jî devekê ji kardiyê duxe, da ku zihêra mêr bukuje. Ew dijî zihêrê mêr e. 

Geyayek din ji cinsê kêrdiyê heye, pelên xwe pehn in. Kovikê xwe heye. Ji erdê da kovikê xwe radibe, di nav ra jî nêriyek ziravik hildikşe. Nêriya xwe tûjik e, wek heyî (cûckê) pêz e. Reng jî reş dibe. Ev cinsa yê deşta ye. Nayê xwarin. Ew dermanê babasirê ye. (Xirrî kala) jî ji cinsê kardiyê ye, lê ew cuda ye. 

Wêne ya cinsê qiraca ye. 

--

 

 
 
 
 

Serteşî, Dûvteşî

Serteşî, Dûvteşî

Latînî: Anisoptera
Fransî: Anisoptera
Ingilîzî: Dragonfly
Tirkî: Yusufçuk
Erebî: اليعسوب

Hin navin din bi kurdî: Serteşîk, Lûrteşî, Qûnteşî, Teşiyok

Kêzek şeşlingî ye. Ser û sîng mezin e. Dûv pir dirêj e, û bazikên wê jî pir tenik in û wek tamaran tê da xûya dikin. Û ya herî balkêş ew e, girsbûna çavên wê ye. 

Ya herî pir, Serteşî li derdora golan û li ber çeman û erqên avê û li ber devê geliyan dijîn, û hêkên xwe jî li cihên şilok datîne.

Ev kêz firrok e, firrîna wê jî baldar e. Ew dikare wek hilyokopteran, li cihê xwe bi firrîn, qasî ku dixwaze, raweste û bimîne.

Serteşî bi kêz û mêşên ji xwe piçûktir êm dibe. Ew xwarina xwe hûr dike, piştra dadiqurtîne. Serteşî jî ji alî balindeyan û gumgumokan û beqan va tê xwarin. 

Li Çiyayê Kurmênc, pir cureyên rengerengî ji wan hene. 

 

 
 
 
  
tîtî

Tîtî, Têti

Latînî: Galerida cristata 
Fransî: Cochevis huppé
Ingilîzî: Crested Lark 
Tirkî: Tepeli Toygar
Erebî: قبرة متوجة أو قنبرة متوجة أو القُوبعة 

Hin navin din bi kurdî: Têtî, Tîntore, Tuhlî


Balindeyek çolî ye. Bi qasî 18cm dirêj e, û giraniya wê digihêje 40-45g. Rengê wê bermorî ye, û berzik gewr e. Kenarê boçika tîtî jî gewr e. Nikulê wê xurt e û lingên wê dirêj in. Tîtiyê nêr kulikê xwe heye, di nav çavan da ye. Yê mê bê kulik e. Giya jî duxe, û kêzik û kurmikan jî duxe. Cîkê xwe li erdê datîne, di nav pûş-pelaşê da, û heta bi 5 hêkan, li destpêka havînê, tê da dike. Ji cihên vala û vekirî hez dike.. 

Jerkî tîraktur li Çiyayê Kurmênc derketine, tîtî pir kêm bûye, lê dîsa jî tê dîtin. 

Li Çiyayê Kurmênc gotinek heye, dibêje: 
- Kurmanc, refê tîtîya (tuhliya) ye, hevdi nagrin. (Yan jî, her dudu li derekê ne.
-

 
 
 
 

pepûk


Pepûk

Latînî: Upupa epops
Fransî: Huppe fasciée 
Ingilîzî: Hoopoe
Tirkî: İbibik, Çavuş kuşu, Hüthüt
Erebî: هُدْهُد

Hin navin din bi kurdî: Silêmanê dunikul, Dawudê dunikul, Dîksilêman, Dîksilo, Hophopik, Hûphûpik, Dodo tirşik, Dodoyê dunikul, Botbotik, Sîsko

Balindeyekî fodil e. Rengmorî ye. Bi kulikekî baldar e. Ew kulik porteqalî ye. Heger pepûk were hurhutandin, ew kulika wek perdeyan ji hev vedibe. Basik û boçika wê jî xîzxîzî ne, rengê wan reş û spî tevlihev e. Di zik hev da, bi qasî 28cm dirêj e. Nikulê xwe xwar û drêj e. Bi nikulê xwe kurmikan ji qulan û kutikên mêwan û daran dertîne. Firrînek xwe cuda ji firrîna balindeyên din heye. 

Li dor gundan, li xiraban, li nav bîstan û baxçeyan, û li nav darên zeytûnan û rezan dimîne. Li demên û cihên xeternak, serê xwe ditewîne, û dike ber xwe. Heger Bang dike jî, ew perrikên ustiyê wî da qij disekinin. 

Kes dengê wî ya xemgîn şaş nake. Li Çiyayê Kurmênc dibêjin ku rojekê, zilamek û bi birayê xwe va li hev dikin, û bi hev ra diçin çolê, pîvokan kom bikin. (Pîvokan bi hacetekê tê hilkirin, ku navê wê xilç e) Go yekî tûr dest xwe kir, û yekî jî pîvok ber hev dikirin û berdidan tûr. Go roj li wan qulibû, hatin pîvokan li hev parve bikin. Go wa çaxê, birayê ku pîvok ber hev dikirin, pê hesiya ku birayê wî ew pîvokna, yek bi yek xwaribûn. Rabû hêrs bû, û xilç di zikê birayê xwe da dakir, û kuşt. Ew bi ser da pir poşmam bû, û vegera malê li xwe heram kir, û li ber Xuda gerî û du´e kir, ku wî biqulpîne û bike balindeyeke çolî ji ber kirdara wî ya qirêj. Rabû Xuda teala bi ya wî kir, û ew qulipand û kir pepûk. Loma jî, çaxê pepûk dixûne, bi xemgînî dibêje: kekok, kekok. (Ango: Keko: birako) 

Pepûk, dostê cotariyan e, ji ber ku ew wî ji kêzik û kurmikên bi ziyan xelas dike. Ew nêzîkî cihên dermankirî nake. Goştê pepûkan kes li Çiyayê Kurmênc naxe.

Pepûk bi bihna xwe ya qirêj navdar e. Heger bêjin pepûk, yekser gotina fisek tê bîra merovan, ew jî bûye wek paşnav ji pepûkan ra:
Got çêlpepûkê ji dayka xwe ra goT: Dayê, ka em ji vê warî bar bikin. Bes e, me vir gemirand bi fisan. 
Daypepûkê got: Çêlka min î delal, heta ku ev qûn bi me va ye, em bi ku da herin, wê bigemire!

Meseleyek din ji Çiyayê Kurmênc:
Got rojekê sultan Silêman, pepûk li ser hemû balinde û çivîkan, wek wekîl ji xwe ra danî, û jê ra got: Pepûko, hay ji feqên zarokan hebe, wê te bigrin. Got: qet xeman mexe, ey sultano. Min hay ji xwe heye. Piştî çend rojan, sultan Silêman ew bi dest zaran da dît, gotê: Min ji te ra negot? Go: Merov çiqas hay ji xwe hebe, merov nikana ji qedera xwe bireve!

Hin pendên Çiyayê Kurmênc: 
- Bi şev bûk e, bi roj pepûk e. 
- Di şûna şêra de dixwîne pepûk û kunde.
-

 

 
 
 
 

Siqirciq (Sixircik)

Siqirciq (Sixircik)

Latînî: Sturnus vulgaris 
Fransî: étourneau sansonnet
Ingilîzî: Starling
Tirkî: Sığırcık
Erebî: زرزور

Hin navin din bi kurdî: Cîq, Çîq, Cîqereş, Çûkreş, Reşêle, Reşole, Reçêle, Keşûşke

Cureyek e ji balindeyên wîçwîçokan e. Tenê cinsekî xwe li Çiyayê Kurmênc hebû. Li Çiyayê Kurmênc jêra dibêjin reşole jî, û siqirciq jî. Mûmkin e ku siqirciq jî tirkî be. Meziniya wê bi qasî 22-26 cm, û piçekî giran e. 20 çivîk hema bêje wê 3 Kg werin. Reş e, û nuxtikên sipî li ser in. Fodil e. Nikulê xwe dirêjok e, ber reşî ye.

Timî bi refê ra ye. Bi tenê nafire, ne jî bi zoyan. Bi milyona dihatin, ne bi sedan. Refê wan rojê digre. Pir caran başiq bi nav refê reşoleyan ketî, û jê kuştine.

Ew malê zivistanê ye. Ji sermê hez dike. Kuda sar bû, xwe wê da badide. Malê baranê û berfê ye. Çaxê zeytûnan pir dibûn. Mehekê-dudiyan ê zivistanê li Çiyayê Kurmênc dima, paşê bar dikir. Ji cihê vala hez dike, da ku kanibe bi refan bifire. Cîkê xwe li Çiyayê Kurmênc dînane. Li Çiyayê Kurmênc kurk nabe.

Çaxê dihatin zirar pir digihanin milet. Zeytûn giş dixwarin. Berê tu biçûya nav ĥêran, teyê bi rê da 20 bigirtana. Ê basik şikiye, ê ling şikiye, ê bi birîn e… 

Goştê xwe pir xweş e. Dikirin hevîr, û xewre. Bi sîlehan jî dikuştin, û feq jî li ber vedinan. 

Nêçîrvan (Awcî) pir derketin, û derman jî derket, rabû kêm bû, û bar kirin. Niha bi carekê ra nemane li Çiyayê Kurmênc. 

 

 
 
 
 
Şivanmijûlk
Şivanmijûlk

Latînî: Caprimulgus europaeus 
Fransî: engoulevent d’Europe 
Ingilîzî: nightjar 
Tirkî: Çobanaldatan
Erebî: سبد أوروبي, لهاية الراعي

Hin navin din bi kurdî: şivanxapînok, şivanxapînk, şeşxapînok, şibxapînk, kilkehelsîne, xapxapok, çûka şivanan, vîzvîjik.

Balindeyeke Rengaxî ye, û hin deqên gewr lê hene, ille jî li ser baskan. Bi qasî 25-27 cm dirêj e. Serê wî pahn û tepisî ye. Lingên wî kurt in, loma jî pir nameşe. çav mezin in, ji ber ku ew balindeyeke şevger e. Nikulê wî pir kurt e, lê ema devê wî mezin e. Simbêlin xwe zivir û dirêj hene. Ew wan di nêçîra kurm û kêzikan da bi kar tîne. Dengê firrîna wî nîn e. Çalakiya wî bi şevê destpêdike, heya ber destê sibehê. Bi roj ev balindeya nanê ille binî daran. Ji siyê hezdike. Li roavçûnê dêng bi xwe dixîne. Hêkên xwe li erdê, li ser axê datîne.

Ew tim şivên mijûl dike. Tê bibînê ew hat, xwe li binê darê pehn kir. Tu bervê heriyê, nareve. Çaxê te xwe xwarî erdê kir, û te kevir rakir, ê bifire û here li binê darek din nêzîk binê. Tê dîsa bervê heriyê, ê dîsa bifire. Nayê girtin, wek nasî ûzikê ye, tu pê nikanî. Şivan, ê ji sibê da heta bi hêvarî bi dû de û nagire.

Dawî

 

 
 





 
  

موقع جندريس كوم  2006- 2017

Ji Bo Têkelî  Bi Malpera Mera :

 
 

 
 
 

Jindires youtube Deng u rengê çayê kurmênc   2006-2017