Malpera Cindirêsê                                                                                                                 Rûpela Nivîskar M-Hemkoçer

 
 
 
   
 
 
 
 
 
 
 
S-FEQE- TEYRAN
Mihemed Hemkoçer
 
 
         
 
 
Axe û Azep!
Mihemed Hemkoçer
 
 
       
 
 
Li ser pişta xetê
Mihemed Hemkoçer
 
 
        
 
 
RINDΠ
Mihemed Hemkoçer
 
 
 
 
 
   '
 
 

SERDANA
FEQIYÊ TEYRAN

 

 
 

 

Destpêka germa havînê
Em gihîştin Nisêbînê
Pênc birader ji Qamişlo
Em du heval ji Efrînê

Me dev da hevraz û kaşa
Cih û warê Lewend Paşa
Dîmenên kela Mêrdînê
Em mat kirin bi temaşa

Bîstpênc heval me nivîskar
Hatin ji Başûrê rizgar
Serekên wan Felekedîn
Tev Silêvanî û Berwar

Demê em li wir civandin
Me wêne girt û kişandin
Li wan rûpelên dîrokê
Me jî çend xêz xwe kişandin

Êkindî em bi rêketin
Bi şopa wan rêkan ketin
Berê me ber Amedê bû
Em bi nav Batmanê ketin

Rast û çepê dûz û deşt bû
Ji av û çandinê meşt bû
Keskahiyê xemilandî
Min gûman kir ew biheşt bû

Bihuşta me jî welat e
Kêf û şahî û xelat e
Ji dest dijmin û neyaran
Ger em bikin wî felat e

Êvar dahat li Bedlîsê
Ka dil ê çi binivîsê
Ji xumxuma ava çeman
Kes dengê kesî nabîsê

Kevrê Qol me derbas dikir
Tetwan li wir me nas dikir
Heya em gîştin ber Golê
Min Konê Reş sipas dikir

Li Şahmaran em peya bûn
Hem westî û hem jî şa bûn
Gulê pêşwaziya me kir
Em tev mîna sermesta bûn

Sê şevan me xew nekirî
Eşqê dilê me vekirî
Ku em herin warê Feqî
Çendî me bîra wî kirî

Sibê bi dengê baranê
Em şiyar bûn ji razanê
Ev xewn e gelo an rast e
Me xwe dît ku em li Wanê

Bajarekî pir yektaye
Pîşê gol e paş çiyaye
Derdorê çem û kanî ne
Mêrg û çîmen û giyaye

Werin temaşa û sêran
Bedena Kelê û Dêran
Li Wanê û hembera wê
Li warê Feqiyê Teyran

Me nirî li gola Wanê
Sîng û berê Kurdistanê
Li dêra Extirîmarê
Hember Xelat û Sîpanê

Havînê heyva gulanê
Me dît berfa zivistanê
Pelên daran jî diweşîn
Tevî bahoz û baranê

Me dev da ça û zozana
Ligel dengbêj û hozana
Tevî nivîskarên hêja
Helbestvan û zimanzana

Çiyan paldayî ser çiyan
Av bi lez tê li geliyan
Belekên berfê sipî ne
Li Derkûşê û van riyan

Gerebêt û Xarê Liçan
Em ji xweberê dibêçan
Çendî li heza me dihat
Dema em didan ber maçan

Maçên ji xurista çiyan
Deng vedidan li geliyan
Bi van dîmenên yekta
Şa dibin pê dil û giyan

Giyan û canê vê ristê
Ji hiş û mêjiyê mest tê
Li Miksê beranê lêkir
Li Şiyê hilda helbestê

Helbest û ew rista Feqî
Di hiş û mêjî de teqî
Heya ku îro deng veda
Dil di sîngê min de leqî

Ez ê çawa rave bikim
Van dîmenan xuya bikim
Ev tiştê ku min dîtiye
Dilê we jî pê şa bikim

Li Miksê xulxula avê
Lez dike û tîran devê
Feqî baş li ser gotiye
Ez mame li ber wê tavê

Tavê lêkir li ser gorê
Em kom bûbûn li derdorê
Hinan xatirê xwe dixwast
Hinan jî digot de lorê

Lorandina keç û jinan
Bi dengê zîz em dijenan
Girî ket xirnaqa hinan
Min jî digot felek xinan

Xinan e felek û dawer
Em hêştine dîl û koçber
Gelê me jî pergendeye
Mane bê mîr û serwer

Mîrê me li Werezûzê
Li bin siya merx û gûzê
Ramediye û razaye
Tev wê raman û bîrdozê

Bîrdoza wî jî bi me ma
Em kirin deryaya xema
Pira Sor û gundê Hîzan
Li hember me hatin sema

Semaya Şax û ven gundan
Wek dîmê çeleng û rindan
Xem û dema me revandin
Gava ji me re hewaldan

Ku têr li Feqî dibanîn
Bi zimanê hev dizanîn
Mîna evîdarên dilpak
Sozên xwe bi ci dihanîn

Li bin siya sipîndaran
Rûdiniştin wekî yaran
Dengê avê sazê wan bû
Dengê wî ma li pir waran.

 

 

Hemkoçerê cezawîr
Şiyê
3-7-2010

 

 

 
 
 
 
 

Jindires youtube Deng u rengê çayê kurmênc   2006-2017

موقع جندريس كوم  جميع الحقوق محفوظة 2017