موقع جندريس كوم                                                                                           صفحة الفنان وعازف الأورغ : شعبان بعرافي

 
 
 
   
 
 
 
 
 

NivîskarŞaban Beravi

 
 
 
  
 
 

"  NAMA EVÎNÊ "

 

 

* soz û nama bi rê dikê
tirsok û newîrek ezim
- piştî her tuşt aşkere bo
hemî zanin te dixwezim
- rê û derî hat vekirin
nema hêdî xwe vedizim
************
* te dil bi xwe va girêda
hembîza te da radizim
- kirim dizekî veşartî
maçan ji lêvan didizim
- porê te li xwe dalînim
bi kezî ûbiskan dilîzim
*************
* bom Awcî yê çavên belek
ne Awcî yê teyrê bazim
-dilê min û te boye yek
nema hêdî ez digazim
-tu cinetî tu buheştî
çêl horî nema dixwezim
**************
* sîng telaqekî hunguve
Şerbeta wê ez dimêjim
- çav û birî çi li hevin
li ser helbestan dibêjim
- ew ji bo min rih û cane
ji bo wê xwînê dirêjim

 


Ş . BER AVÎ
10/12/2015
roja pêncşemê
ISTENBOL

 

 
 

 

 

 
 
 
 
 

Jindires youtube Deng u rengê çayê kurmênc   2006-2017

موقع جندريس كوم  جميع الحقوق محفوظة 2017