facebooka zinar alla    facebook-zinar ala
            
Bloga Zinar Ala
  Rexne/Nerîn  
 
  Zinar Ala  
 
 
  nivisen zinar kurdaxi  
 
 
   

 Aboriya Jinê   /  Foto: Hawar News
 
 

Mixabin, di nêrîna min de, malperek kurdî ku dilê mirov hênik bike, tu bêje ew hêjayî serdanê ye tune ye. Berê vê min rexneyek bi rêya Twîtera xwe @zinarala ji du malperan re şand, lê ew guh nadin rexneyan. Min derbarê nivîsên nezelal di medya kurdî de hişyarî da wan!

Sernivîsên nûçeyên wan wisa bûn:

@sputnik_krd: Balafira ambulans ket: 5 mirî

@RudawKurdi: Bombeya PKKê teqiya: 4 kuştî û 4 birîndar!

Lê ew hîn bi vî awayî diweşînin, wisa jî xwendevanan ji xwe direvînin. Mixabin nebûna malperek kurdî xwedî dîzaynekî baş û ku bizanibe nûçeyan çêbike dihêle ku kurd bi zimanên din nûçeyan bixwînin.

Li aliyekî din karê Ajans Hawar News jî qels e, mixabin digel keda kedkarên malperê lê ew bi awakî pispor kar nakin. Lê spas ji nûçeyên vê malperê re ez hinekî agahiyan derbarê rewşa Rojava werdigrin. Her ku serdana malperê bikim jî ezê hinekî bibasim ji ber şêweya weşana nûçeyekê an jî ji ber navaroka wê, gelek car ji ber karên Rêvebiriya Xweser li Rojava, di hemû waran de şaşî çêdibin, mixabin ji bo karê serraskirin û başkirina karên rêvebiriyê xemsarî heye û xebateke cidî nayê kirin.

Ev bûn gelek car ez bal dikşînim ser şaşiyên nivîsandina bi kurdî, her wisa li ser nivîsandina pankartan gelek car tîpên erebî ji tîpên kurdî meizintir in, ji bo çi? ma ne divê çavên xelkê bêtir li hevokên bi zimanê kurdî kevin ta ku tîpên zimanê dayîkê baştir bibînin û fêr bibin.

Ev bûn zêdeyî 5 sal zimanê kurdî li Rojava tê fêrkirin, peymangeh jî gelek mamosteyên kurdî amadekirin, ji bo çi heya îro şaşî di nivîsandina pankartan li xwepêşandan û bîroyan..hwd çêdibin.

Bala xwe bidin wêneyên van du nûçeyan teze ji Kobanê û Qamişlo, hûnê nas bikim ji ber çi ev nalîn.


Nûçe 1: http://ku.hawarnews.com/jin-bi-riya-koperatifan-aboriya-xwe-pes-dixin/
Nûçe 2: http://ku.hawarnews.com/ji-zewaca-temene-bicuk-re-na



 
   
 
     
   
 
 
 
 
 
 
Mamuste:Ferhad Şewket-Neesan
 
 
                                      
 
 
 
Mihemed Hemkocer
 
 
                               
 
 
 
Dr-Fexri Ebdo
 
 
                          
 
 
 
إعداد الباحث في علم الآثار  مجيد مجيد
 
 
 
 
 
 
 
 
 

موقع جندريس كوم  جميع الحقوق محفوظة 2017

 
 
 

  1  2

 

  Jindires youtube Deng u rengê çayê kurmênc   2006-2017