Berî 5 mehan ez beşdarî konferanseke jinên êzdî li Almanyayê
bûm, medyakarek navdar di axaftina xwe de behsa têgeha “bav
û kalan” kiribû, min rexna li wê kir, ji ber ku bi rêya
bikaranîna vê gotinê ew keda jina kurd di civaka kurdî de
paşguh dike. Rexneya min rastî kêfxweiya beşdarên konferansê
hatibû, rojnemavan jî ew rexne li xwe girt.
Mixabin ta niha min ti rewşenbîrek nedît, jin yan jî mêr be,
ku bêja: çîroka dayîk û dapîran, xaka bav û dayîkan, axa
bavpîr û dapîran. Ez dirêj nekim, di vîdyoya dahatî de
jineke ji Çiyayê Kurmênc behsa şiştina hêriyê dike, digel ku
min di jiyana xwe de qet nedîtibû ku mêr hêriyê dişûn, ev
jina kedkar jî dibêje wek “çawa bav û kalan wisa dikirin”,
piştre serrast dike û dibêje “pititd me” ango dapîrên xwe jî
tîne ziman.
Min dixwest ez ligel vê tekstê wêneyekê ya şûştina hêriyê li
herêmeke kurdan biweşînim lê Google ti wêne peyda nekir di
lêgerîna wêneyan derbarê “şiştina hêriyê”. Ez bi zimanê
spanî geriyam û min bi dehan wêne dîtin ku jin têde hêriyê
li ber ava çeman dişûn. Her wisa min peykerên jinên şûştvan
jî peyda kirin.
Berî vê jî bi mehekê min rexne li birêvebirê kanala Youtube
ya herî navdar li Efrînê kiribû, ji ber sernivîsa vîdyoyekê
di kanal xwe de, min wiha nivîsandibû: “Divê em xebata dayîk
û dapîran jibîr nekin. Di vîdyo de keda jinê jî xuya ye. Ji
ber wê diviybû navê vîdyo wiha ba: “Kurltura dayîk û bavan”.
Lê mixabin sernivîs nehat guhertin.
Hûn bala xwe bidinê axaftina siyasetvan, ronakbîr, karker,
rojnamevan, cotkar û xwendekar…, hûnê nas bikin çiqas gotina
“bav û kalan” mêjiyê wan dagirkiriye. Pir mixabin heya ku di
Wîkîpediya Kurdî de jî “Zimanê bav û kalan” li şûna zimanê
dayîkê xistine serê rûpelê.