|
Çîroka
Şêr û Mişkê
October 13, 2016 by
ZA
ser-u-misk-1
Hebû tunebû, dibêjin rojekê mişkek ji qulika xwe derketibû û
rastî
şêrekî gir hatibû.
Şer dixwest mişkê bixwara.
Mişk: Şêro, ji kerema xwe min nexwe, dibe ku rojek were
pêdiviya te bi min hebe.
Şêr gotê: Çawa ezê motacê (hewcedarê) te bibim, tu jî ewqas
biçûk î?
Dema şêr çav li mişkê gerand û dît ku çiqas ew biçuk e, dilê
xwe pê
şewitî û serbest berda.
Rojekê mişk dengekî tirsdar bihîst.
Ew jî dengê şêr bû.
Dema gihîşt cihê deng jê dihat, dît ku şêr di nav toreyekî
de asê bûye.
Mişk gote wî: Ezê te rizgar bikim!
Şêr: Tu!, tu gellek biçûk î ji bo karekî ewqas giran.
ser-u-misk-2
Mişk dikeve ser werîsa (kêndir) toreyê, hêdî hêdî bi diranên
xwe werîsê qot dike û wiha şêr rizgar dibe.
Ji wê şevê de, herdu heta hetayê bûn heval.
Têbînî: Min ev çîrok berî çend salan ji zimanê spanî re
wergerndibû ji bo projeyeke derbarê wergerandina çîroke ji
gelek zimanên cîhanî re, tê gotin ku ev çîrok ya
Aysopos e.
https://zinarala.wordpress.com/2016/10/13/ciroka-ser-u-miske/
|
|