
Sitranên zeviyên zer rêça
Havînê buhirtin
Ew zengilên ko di sitiwê salan de pîrbûne
Şevê girtîgehan geşdikirin
Vedenga kenê rengan kiraseke
Qeşeng li bejna baranê dikir
Lê bêjeyên giran
Li şûna pesnê te diman
**********************************
çehreyên te yên daleqandî di çavê
min de dawerivîn
ez jî mîna pelga gwîzê me ya
ketiye zevta aveke revende de
sirûdeke saz windayî me
ez bersiva te didim
û pirsên te – yên dereng –
ez der basî ferhenga xwe
dikim
________________________________________
pîroz
|