De...  Em rewa bikin Fîdan û Erxewanên xwe

 
اهلا بكم في موقع جنديرسة      helbest     De em rewa bikin  fîdan u erxewan xwe  dîyarî hêmen kurdaxî 
Mizgîn ( Hesko ) Mehmûd

DARÊN MERXÊ MISKÊ JUR
 

De...
Em rewa bikin Fîdan û Erxewanên xwe

GONGOLIK

Mizgîn ( Hesko ) Mehmûd



Diyarî:
Ji Hêmen Kurdaxî re



Ji bîhna xêzan
Awazek tijî şewat
Beşdarî zemawenda nîgaşê dibe
XALTIKA FATO GORDA
Gelo...çendîn zevî û rûbarên Kurdaxê şêrîn in
Weha jî taxên Qamişlo
Û kolanên Tirbespîka me!

De a...v bide Fîdanên xwe
Helbestvano.
Em ê Gulgenimokên xwe rewa bikin
DELÛBA XIRABI §EREE

De...
Berê siwarên xwe
Berbi asoyê ve bibe
Emê ...berê Hespên kedî
Berbi jîngeha Xwedawendên paye bibin.

Rojekê wê ...
Lêvên asîman
Bilerizin
Li ber westana me.

Dê rojekê...
Giyakî matmayinê
Ze...r bibe
...çi şêrîn e
Demsalên çinîna me.
Ji bîhna serûd û nimêjan
Ta goranî
Lawik

Û sitranên şîndari
ya me...
Ji hilma Baba Tahir
Ta bilindgoya Xaniyê me.
CAYEN REMEDANE U §ÎYÊ
Berê me li rojê ye
Li ateşgeha Zara ye
Li laleşa nûrani ye
Li xaka Pêxembera ye
Li buhişta dozê ye.

Ji mistek axa sor
Cendekê me
Hatiye afrandin

Çi bi hêz e
Bîhna axa me.
Tijî rehên jînxwazin

Çi pîroz e
Tovê vejîna me!!

......Erêêêêê..Helbestvano
“Sewlî dihejin , hêranî bi pelên Zeytûnê dikevin
û bi refan direvin “

Sipîndarên tî dihejin, hêranî bi pelên Hinarê dikevin
Û bi refan diqurmiçin
QEST ISTIRI KOFTE
Giyan diheje, hêranî bi hest dikev e
Û bi refan tarûmar dibe.

Kurdistan diheje, hêranî bi Kurdan dikeve
Û bi refan serhildanê dikin
“ Xwîna min, ya ku di her mirinekê de jî ez im”
berbi çar aliyan ve diherike


Erêêêêê xwîna me
“ hîn em dûrin ji xwîna xwe”
hîn ji devê barbangê
Zeytûn û Hinar
Pelên xwe davêjin

Ji lewra
Di rewrewk û tariyê de dijîn
Fîdan û Erxewanên me.

Hîn ji devê barbangê
Em ezber dikin
Sêwîtî
Bê xwedîtî
Û erêêêê
Şeydabûna xwe.


16.04.2008 Bad Salzuflen (almaniya)
 

vegere rûpele sereke