اهلا بكم في موقع جنديرس وغرفة نوروز الصوتية



Ji destanên medan

Ji evînên kurdan
Ji kenên zarokan
Ji galgalên kalan
Hêvîya jiyan tê
Ji daristanên me
Ji av û bayên me
Ji reng xinavên me
Ji xemla warên me
Hêvîyên jiyanê tên
Ji nirînên roja me
Ji çar alîyên me
Ji dengên zarên me
Ji rengên mala me
Ji hisrên çavên me
Hêvîyên jiyanê tên
Ji her çar baskên me
Ji xwaş bajarên me
Ji hîmên kelayên me
Ji gul û baxên me
Hêvîyên jiyanê tên
Ji nav û bangên me
Ji kal û pîrên me
Ji zar û zîçên me
Ji keç û lawên me
Hêvîyên jiyanê tên
Ji berxwedanvanên me
Ji pakrewanên me
Ji kulturzanên me
Ji dîrokzanên me
Hêvîyên jiyanê tên
Hêvîyên jiyanê tên
Hêvîyên jiyanê tên

Li gel rêz da

Mêdya Elî Efrînî

25-5-2008

مقالات ذات صلة

Rêberê gel

Mêdya elî Efrînî
1/5/2008
midya eli-helbest-ar§if

jindirêscom

vegere ropele sereke