اهلا بكم في موقع جنديرس وغرفة نوروز الصوتية        

Berbang

lînk

مقالات

موسیقا

اخبار

em kîne

العاب

Rizgar kurdaxî

الكرد في سورية

صور

ڤیدیو

القضية الكردية في سوريا

avesta Êketiya Afertên Kurdistanê şingal wek parêzgeh hijmart
Evîn Hirorî berprisa encumenî Duhok ya Êketiya Afertên Kurdistanê:

-Li gur disturê Kurdistanê bi hemî şiyanên xwe dê mafê afreta Êzidî parêzin
-Di seredana me da bo şingal gelek tiştên neçaverêkirî hatin dîtin

Di germe germa giftu û goiyên li ser pirojê civata rohaniya Êzidiyan li ser yasa barê kesukiyê êzidiyan ji wana herdû bendên afretê ve digirêday ku êxistîne ber raya cemawer, ji bo ku bizanin helwîstê (Ê.A.K) derbarey vî babetê han çîye û hevdem digel seredana wan ji bo qeza şingal ku bizanin çi ji bo afertên şingal hatîye kirin me xwe gehande encumeny Duhok ya (Ê.A.K) û ev hevpeyvîna li xwarê digel berpirsa encumeny hate da
Tora laliş /Hevpeyvîn /Hejar.M
Di bersiva pirsekê da ku derêxistina vî pirojî çawa di hête nirxandin ji layê êketiya afretên kurditianê ve ? berpirsa encumeny Duhok got:
Hebûna rêjeyeka gelek baş ji yasa zan û çalakvanên mafê medenî dinav êzidiyan da geşbîneka xurt çêdiket bo êketiya me ku bi rijdî di demên nêzîk da li ser vî babetî kar bihête kirin û em jî weku ( Ê.A.K)ê bi hemi şiyanên xwe dê kevîne dinav vî babetî da ku bişên mafên afreta êzidî li gor yasa perlemanê Kurdistanê û mafên nîv dewletî biparêzin .
Di derheqa encamên wan civîn û rapirsînên li deverêm êzidiyan hatîne kirin (Evîn hirorî) got:
tiştê herî balkêşewe ku hîç afretek divan civînan da beşdar nebûye û biryar 100% di nêrane ne, ya giring bu nûnerên afretên êzidî têda amedebûbane û giring bû pirensîpên nîv dewletî yên mafê afretê li berçav wergirtibane û ji alyekî dîtir ve di geşbînin ku gelek ji çalakvanên êzidî ji herdû regezên nêr û mê yan di warê parastina mafê afretê da karekî baş diken û hewil diden rewşenbîryeka giştî dinav êzidiyan da belav biken da ku ev mafe pitir bihêne parastin, Evînê dirêjî da axiftina xwe û got: ta niho çi amar negehiştîne ber destê me ka ta çi rade pêgîrî bi van biryaran hatîye kirin û ev cure babete babetên yasayî ne û piştî pesindkirna desturê perlemanê Kurdistanê divêt li ser van babetan birawestin û divêt yasa serwer bit .
Dîtina (Ê.A.K) bo afreta şingalî piştî yekem seredan birîne wê deverê çaweye? Di biyavê vê pirsê han da Hirorî got:
bi rastî seredaneka gelek fer bû û piştî em çuyine wêrê bo me diyar bû ku diviya me berî niho ev seredane kirba û li çuna me bo şingal gelek tiştên ne çaverêkirî me dîtin ji layekî ve astê aburî yê nizim yê xelkê deverê û nebûne xizmetguzariyên serekî sîmayê hejaryeka kujek di şinwar û çavên xelkekî da dihatine dîtin û bi sanahî mirov hest pê diket ku durpêça aburî hêşta li vê deverê ya berdewame û rêveçûn û karê xelkê li ser cadan ji nû mirov tê digehişt ku şingal di bin çi zoryê bi dirêjahiya dîrokî bixudan kirye, di nav van hemi kawdanên sexit û dijwar da tiştê herî balkêş me dîtî rêja berçava afretên rewşenbîr û xudan bawernamên bilind bû û tiştê ji vê xweştir hez û daxaza afretên şingal ya berdewam ji bo karkirn û berdewamîdan bi xebatê û çareserkirna arîşan li deverê bûye cihê putepêdana gelek ji dam û dezgayên Kurdistanê û êketiya afretên Kurdistanê jî bi ferzanî duf pirogiram û pîlanêm xweyên (2008) ê da bi rijdî hemi kar û harîkarîkariyên pêdvî yên şiyan da bo devera şingal encam bidet .
Di layekê diyê vê hevpeyvînê da ka çi bo afretên şingalê kirne? Evîn xanê got:
di seredana me bi serokatiya (Dr. Kurdistan mukiryanî ) sekirtêra (Ê.A.K)ê bû, ku bu cara êkê li devera şingalê baragayê êketiya me bi fermî hate vekirn biryar hate dan ku weku encumeny parêzgehekê reftar digel qezayê bihête kirin û her wesa biryar hate dan weku encumeny qeza reftar digel encumenên nahiyên ser bi şingalê ve bête kirin û mebesta me bi vê reftarkirnê ji layenê madî û manewî ye û her wesa daku derfeta pêş êxistinê bu wan kadiran bihête kirin .
Li dawiyê jî berpirsa (Ê.A.K) encumeny Duhok da xweyakirin:
ku gerek hemi dam û dazgayên Kurdistanê ku êk ji wan jî êketiya afretên Kurdistanê ye bi rijdî ser vî babetî rawestin ji ber ku bi rastî jî şingal pêdivî harîkariya me hemyane .

 

 

vegere rûpele sereke

jindires@hotmail.com

sazîya berbang 2005-2008

berbang@2005@yahoo.com

 

kocka newroz