اهلا بكم في موقع جنديرس وغرفة نوروز الصوتية        

Berbang

lînk

مقالات

موسیقا

اخبار

em kîne

العاب

عفرین نیت

الكرد في سورية

فوتو

ڤیدیو

القضية الكردية في سوريا

Newroz serhildane


HOZAN XELÎL EFRÎNÎ

Roja nû ya kurdan e
Sersala nû ya medyan e
Sal yada serhilan e
Sembola berxwedan e
Hêvîya pir jiyan e
Ne rev û ne berdan e
Ne mandina li malan e
Tev şahî û dîlan e
Her bi derd û derman e
Newroz serhildan e
Sembola berxwedan e

Roja nû ya kurdan e
Sersala nû ya medan e
Sema ya gelê me ye
Vejîna vîna me ye
Serweta dîroka me ye
Ne reşdarî ya meye
Ne xemdarî ya me ye
Her serhildana me ye
Cejna vejîna me ye
Newroza serhildane
Sembola berxwedan e

Roja nû ya kurdan e
Sersala nû ya medan e
Sal yada şehîdan e
Rastiya tolhildan e
Şîn û şahî ya dilan e
Ne tirs û bazdan e
Ne gazî û neman e
Civîn û agir dan e
Serlêdan û seyran e
Newroza serhiladan e
Sembola berxwedan e


Roja nû ya kurdan e
Sersala nû ya medan e

Sersala gişt kurdan e
Helebçe ya şewutî
Qamîşlo reng kevutî
Wana rê pir ajotî
Li Gevera xwîn rijtî
Ameda neyar avêtî
Efrîna rastî gotî
Newroz serhildan e
Sembola berxwedan e

26-3-2008
 

vegere rûpele sereke

 

jindires@hotmail.com

sazîya berbang 2005-2008

berbang@2005@yahoo.com

 

kocka newroz