|
SEYDAYÊ
TÎRÊJ
DI ÇEND RÛPELAN DE
( kurtejiyan û dem )
Ey hevalê minî rind
Çi li bajêr, çi li gund
Xewna te ya pir giran
Ji bo laşê te derman
Çi xewneke rast û xewş
Dilê te pê maye geş ...
* * *
Wê xweşxwanan bixwênî
Çavê dijmin derênî
Ew xwendin û zanebûn
Nîzik dikin serxwebûn
Xortên wek te pir zana
Gerek bêjin nezana
Bere destên hev bigrin
Di vê rêkê de bimrin .
Belê .. her wiha jî helbestvanê gewre
Cegerxwîn evan gotinên nazik dibêje û
bersiva Nayifê Heso dide, yê dawî bi çoşek
mezin tê nasîn li nav gelê xwe bi navê :
Seydayê TÎRÊJ .. Ew xwediyê gava çeleng, ku
di rîya helbest û torevaniya Kurdî de
avêtiye ..
Di derbarê helbesta Kurdî de, di vê dema
dawî de, bi zaravê Kurmancî dest pê kir, bi
du navdarên gewre: Yek jê Seydayê Cegerxwîn
bû û yê din jî Seydayê Tîrêj bû .. Bi rengek
klasîkî, berê xwe dişopîne û di derbarê vê
yekê de, carekê wisan bi vê wateyê dibêje :
( Ez li helbestê bi rist, awaz, rêzbend û li
naveroka wê dinêrim... Ev her çar tişt wê
dikin helbest )
kurtehelbestekê davêje ser mebesta xwe û
dibêje:
Ma rûmeta şi’rê çi ye?
Ne d’ xizmeta milet de bî
Ronahiya şi’rê çiye?.
Pesnê welat ku tê d’ nebî
çibkim ji wê şi’rê rijî
Danegire sewdan û mejî
Derdê dil û can nakujî,
Çaxê ku cewher têd’nebî .
Ji vê yekê xuyaye ku Seydayê Tîrêj, rengê
helbesta hilbijartiye ji şêweyê kilasîk e..
Tev bi êş û azarên millet û welat girêda ye,
û nexasim yekî welatparêz be, ku karibe hest
û daxwaz û hêvîyan, wiha bi cih û war bike,
bi zimanekî pak û rind, û bi raman û dilekî
paqij ...
* * *
Hilbestvanê Kurdî gewre Seydayê Tîrêj, li
gundê Nicim ê nêzîkî bajarê Qamişloka rengîn
, ji hêla rojava navbera wê û bajarê Amûdê
ve, yanî li ser riya navbera herdiwa de, ya
ku 10 k.m roavayî dorî Qamişlokê ye, ber
sînorê Sûrî-Turkî hatiye dinê û ji dayik
bûye, li Kurdistana beşê Sûriya, di sala
1923 an de..
Bi navê duristî: Nayifê Heso ye.. kurê Biro,
ji êla û eşîra Bobilana ye.. Lê bi navê
Kurdî şêrîn li nav gel hatiye nasîn bi navê:
Tîrêj, û ji ber hezkirina gel jêre, dibêjinê
mamosta Tîrêj, an seydayê Tîrêj .. û bi
rastî wî jî tîrêja xwe avêtiye dil û mejiyê
gelê xwe .
Ji malbatek cotkar e .. ji maleke gundî û
hejar e, ango bê erd û emlak e, û bi xwe jî
biçûkê birayê xwe bû, herwiha di jiyana
temenê şeş-salî de, ji gundê Nicim koçdikin
û diçin gundê Sêmitika, û gava ku li wir bi
cih û war dibin dere ber Melle,-wek heyamê
berê- li ber destê Mellê gund (Ibirahîmê
Golî) xwendina olî - Quranê û çend pirtûkên
olî û tiştin din dixwîne , heyanî sala
1937ê.
piştî Melle hin şanê zîrekî tê de dibîne û
bi temîna Mellê xwe, diçe bajarê Amûdê û
xwendina mektebê Fermî dixwîne, ta bi rêza
pêncan ..an ta sala 1943ê. û li ber destê
wan mamosteyên gewre, yên wê demê, wek :
Qedrî Can, Hemze Beg, û Meksîyê di wê demê
de; berpisyarê Mearif (goçela perwerde
kirinê) bû li welatê Sûryê, çaxê dagirkirina
Firinsa li welatê Sûrîyê.. û bi xwe Meksî
yekî giringtirîn bû di şoreşa Þêx Seîdê
Pîran de, di sala 1925 ê li derdora bajarê
Amedê.
Û li wê navbera zanistî, pir tişt naskir,
pir navdarên miletê Kurd naskirin, ew
welatparêzên çak û ronakbîrê demê, mîna:
çegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî
Can û Mellayên Kurd û pirrin dî .. Bi rastî
li wir, ruh û hestê welatparêzî li cem bi
xurtî afirî û çêbû.. û di bin akama wan
navdaran de jî, evîna helbest nivîsê li nik
wî şax veda, ku da bi tor û wêjê dikarîbe
rolek mezin bilîze, di nav tevgera milletê
xwe de .
Lê xuya ye ku, Seydayê Tîrêj bi şêweyê
Cegerxwîn hatîye girêdan, piraniya dema xwe
pêre dibûrand, ta ku tevlî ( Koma Ciwanên
Kurd ) bûye, di rojên xweyî pêşîn de, çaxa
damezirandina wê de, lê mixabin .. Piştî
heyvekê hate pişaftin, bi şerpola Turkan li
dagirîya welêt Sûryê: destgirta Firinsa ..
* * *
Bi rastî wan dema çarika pêşîn li papelîska
bîstan û gava şerê Imperetoran dest pêkir,
nexasim şerê cihanê yê pêşîn, li nav ewan
dewletên dagirkeran? piştî serketina hinan û
daketina hinan, pir tiştên nû li darketin,
yek jê hin dewlet çêbûn, ku berî hingê ne li
ser nexşa cihanê bûn, û hin wek gelê Kurdan
milletekî bindest ma .
Lê mexabin çerxa felek.. milletê Kurd xwe
dît dûrî parên ji serpêhatî yê vê buyera
mezin ve, tew nexasim milletê Kurd xwe dît
parkirî çar perçe, li nav çar millet û
nejadan.
Ev yek ji hêlekê û ya din jî ew bû ku di bin
akama şoreşa oktober ya sosyalist, li qada
Sovyatê gava ku li darket, sala 1917an de,
her wiha jî, ramanin nû daketin nav milletan
bi rengekî serxwebûn û xoybûn, bi navê
pêşketinê û wekhevîyê, ji ber pir dixsî
ketibû navbera Beg û Axa û yên bi wan re
mîna şêx û mella ji hêlekê , û navbera hejar
û belengazan mîna, cotakar û karkiran ji
hêleke din ve .. lewra gelê Kurd dest bi
xebat û tevgera xwe kir ji ber xwe ve.. û
her wiha, em naxawiz pir duv-dirêj bikin ji
ber ev ne mebesta meye .
Di bin akama van raman û buyeran de, Seydayê
Tîrêj bêçar ma karê bidizî bike, û di sala
1938 an de, tevlî tevgera rêxistina Komela
Xoybûn dibe û dest bi kar-xebatê dike, ta
navbera salên 1941-1943 an, gava bibû
belavkirê belavokan li gelê herêma
Kurdistanê, ta digihand qeza Mêrdînê û deşt
û çiyayê wê, helbet van belavoka gel hişyar
dikirin, ta ku çelxa Turkan aciz bû ji van
tevgeran, ta carekê bi xwe cih li Seyda teng
bû, da ku Cendirme wî negirin, cilên jinan
li xwe kir, da ku ji dest wan rizgar bibe,
li bajarê Mêrdînê bi xwe.. ta dawîya
rawestina Komela Xoybûnê û pişaftina wê ,
piştî hate girtin û yesaxkirin dema
koçkirina Firinsayê û tewakirina dagerkeran
ji xaka Sûriya ve .
Belê bi rastî ew salên ji 1937-1946 an, ji
jiyana Seyda bi tevayî wêna xwe jê naskir û
riya paşeroja xwe jî girt, çi ew raman û
hest ji hêla çandayî, an civakî û konevanî,
an ew tekoşîna siyasî, ku bi kar û xebata
gel û welat hate girêdan, ta dawîya jiyana
xwe .. Wî jî kar-xebata xwe tev gelê xwe, bo
welatê bindest û çar perçe kardikir, ku
karibe tev rêxistin û sazêyên wê, milletê
xwe ji zor û sitema dijminan azad bike .
Bi xwe wan ramanan û him jî wan bûyer û
tevgeran, giyanê welatparêzî û him jî
milletperwerî bi xurtî li cem Seydayê Tîrêj
çêkir, ku ji bo berxwedan û xebatê bike, da
li gor demê bin û ji vê yekê jî dest bi karê
hêz û konevanî kir, gava tivlî xebata
Komela: Xoybûnê bûbû, bi dilekî soz û germ,
ji wê çaxê de Seydayê Tîrêj temenê xwe tev
de, xist xizmeta gelê xweyî bindest de. Lê
îca tevî xam û pênûsa xwe û rist û helbestê
xwe bi hest û ramanan pêça, û xwe avêt nav
gel.. çi bi şêweyê helbestê ve, çi bi hêla
çîrok û folklorê ve, ew daxwaz û doza yekîtî
û berxwedanê dikir hertim , çi bi evînî û çi
welatî bana, bi hestekî naz û durist
dihûnand ewan hestên xwe .. da tolhilan
hişyar û şîn be.
Ta bi xwe jî, Seydayê Tîrêj bû yek ê dudiwa
ji mezintirînên toreya Kurd li Sûrîyê, piştî
helbesvanê mezin Cegerxwîn, bi şêweyekî
resenî, wek çawa Cegerxwîn ew bersiva navdar
bonî wî da .
Bi wî şêweyê nû li darket, çi çandayî, çi
civakî, çi netewî .. Belê bê ku bête
jibîrkirin cora evînî jî, çimkî helbestên
Kurdî bê stranî nabe – belê mebesta min ne
ku stran bi xwe – lê awaz û rim têde heye bê
goman ji ber naverok, bi movik û rêz û bende
, pir bi vî rengî li gasînê dibû, ji ramanê
azadîyê û serxwebûnê, daxwazkirê yekîtiya
gel û hevgirtin û xebata wî bû, bi rastî
tevî ruhê helbest û toreya Kurdiyatî bû, di
jiyana wî de, ku bi bîr û baweriya karê rola
konevanî dikir tevlî xam û pênûsa çak bi
tore û ristê ve. * * *
Wekû tê zanîn, yekem helbest rist û nivîsî,
ew jî di sala 1943 an de bû, gava ku xwest
here Beyrûtê, cem Mîr Kamîran Bedrxan,
perpisyarê govara Ronahî , Stêr û Roja Nû ,
nexasim govara Roja Nû .. Bi daxwaza
hevalbendê Komela Xoybûnê .. Bi hevalê xwe
re, Osê Hersan re, ew helbesta yekem
nivîsîbû bi navê: “Kerwanê Dewletan” bû .
Ji wê çaxê jî, têkelî di navbera wan de
çêbû, ku di wan govaran de dinivîsî û belav
dikir, û herûher bihtir bi ziman û çanda
Kurdî hate girêdan.
* * *
Belê.. Piştî herfandina Komela Xoybûn,
Seydayê Tîrêj xuyaye bê tevger neditebitî,
çimkî tevlî partîya: Koministê bibû, bi
tevgera wê demê, tev hevalê xwe û serekê
tevan Cegerxwîn, ta demekê ku di sala 1952
an de, di çaxa serokê Sûrîya; Edîb Þîşeklî
de, hat girtin bi êş û sikince demekê ket
zindanê, bi vê girtinê.. hin berhem an
pirtûkek ji karê wî, talan kirin wan
şovînîyên wê demê, bêy ku zanibin çi talan û
bindest dikin, tevî çend pirtûkên mitalî jî
pêre, dûvre .. piştî Seyda ji zindanê
Derdikeve, dide pey berhemên xwe, ku karibe
vegerîne, li vir û li wir, bi pirs û daxwaz,
û alîkariya viya û wiya, ta carekê bi temînî
çû cem perpisyarê (Em), yê ser destê wî hate
girtin û talankirin, û çawa soz dayê ku jê
re vegerîne, lê mixabin ew soz neçû serî,
çimkî ew kes mir û ew ta qetîya, û pêre
berhemê pirtûkekê winda bû, xuyaye -mixabin-
ta bi ebed.
Lê ev ne tenê mebesta wî bû, ku dema partîya
Kurda damezrandin, di sala 1957an de, têkelî
pêre bi xurtî danî, lê ne bi endamî, belê
wek hevbendekî dilsoz..
* * *
Û wiha da em vegerin disan bi hev re jîyana
Seydayê Tîrêj bişopînin.. Ji ber mercên
aborî xwendina xwe kuta nake û vedigere,
piştî kutabûna nîv xwendinê, li Amûdê sala
1943 an hate gundê Girkeftar û lê bû Melle,
çend salan ew û hin ji malbata wî .. Ji wir
jî barkiriye, di sala 1957 an de, an bijêre
û li gundê Ereba: Sekfan bûye nivîskar û
Melleyê gund ..
Berpirsyarê gund serekê Eşîra Cibûriya:
Ebdilezîz El-Muslit bû, û li wî gundî jî li
hirêma Hisiça bi temamî, nêzîkî bîst û pênc
salan didûmîne, û dawî ji wir xwe bar dike
bi malbatî, diçe bajarê Hisiça, ew jî di
sala 1971an, li taxa Ezîzîyê, beşê Salihîyê
li gundê Miftî bi cih û war dibe, û bi
coşeke mezin di derbarê helbesta kilasîk de
ji dil dişopandîne, ji ber pir gavin çak, di
tor û wêjeya Kurd de avetîye, bibû dengekî
pêwîst di resenîya helbesta Kurdî de , ne li
Sûrîyê tenê, bi bawerya min li tevaya
Kurdistanê jî, belê piştî belavbûna
helbestên wî bi stran û awaz bûn ser
zimana.. û nexasim :
Ey bilbilê dil şadî hela were bike fîxan
Derdê me pire ey lo bira birîna me kûre..
Di wê salê de jî, wek me gotî bardike gundê
Sekfan, nav êla Cibûrîya, ta ji wir jî
bardike bajarê Hisiça di sala 1971an de, ta
tevlî rêza Partî dibe, li wir ji nûve .. pir
pê xweş tê ku miletê Kurd rabû berxwedanê ..
û pir kêfa xwe anî bi Barzanî ku şoreşa
başûrê Kurdistanê li darxist, bi rist û
sirûdan pesnê şoreşê dida, tev şîn û şadîyên
welatê xwe, çi cejnên Newrozan û avdarê
bana, çi navdar û pêşmerge û şehîd bana , û
çi keç û jinên Kurd bana, tevayê azadî û
serxwebûn û wekhevî bana.. hd .
Bi xwe Seydayê Tîrêj dilsozekî pakbû, bo doz
û daxwaza gel û welat, ji ber tevî xama xwe
di riya wê de bû, ji vê pêve nizanîbû ,.. û
dida xuyakirinê da ku helbest û helbestvan
serkêşê civaka xwe be, êş û azerê wî bi
ziman bike û bide xuyakirinê, çi cejn û
kêfên wî, serketin û serpêhatîyên wî xuya
bike, ji ber eve rola rewşenbîr û nivîskaran
.
Ev welatparêzî xuyaye di tevaya berhem û
erkê pirtûkên wî de, pir bi şopemayên xwe ve
dişopand ji tore û çanda Kurd, mîna ristên
Mellayê Cizîrî û distana çak “Mem û zîn” ya
mîrê helbesta Kurdî resen Ehmedê Xanî û
nexasim mamoste û him jî hevalê riya wî
Cegerxwîn, yê pir jê vedida û pir ketibû bin
akama wî de, tevî bi xweşî helbestên
kilasîkên Ereban yên giran dixwendin û pir
caran ji Mutenebî û Ebû Ela Elmierî û
Entera. Yanî navdarên Erabên Kilasîkên
mezin, xwedanê Mueleqatên kevnar dikir.
Bi rastîya xwedê, Seydayê Tîrêj, destê wî
sipî bû di alîkariya xortên nû hatî de, ku
pir caran xweşgotin dida wan, bi hêvîbû ku
wê şûna wî, vala nemîne û her wê riya
helbest û tore û çanda Kurdî bigihînin
asteke berfirehtir û herdem digot di civînên
xwe de: bixwîn in û binvîsîn in, çi nûjin û
çi serbest be, yan kilasîk û rêzbend be, çi
bi zimanê Kurdî be, yan bi zimanê biyanî be,
ji ber ku Seydayê Tîrêj bawermend bû, çimkî
xortên ku bi vî karê şaristanî radibin
Kurdin, wê bi xwe berhemên wan jî bi
Kurdayetiya xwe diyar bikin, û wê têkevin
xizmeta tore û çanda Kurd de, çi xort û
mijûlên bi helbest û akama xam û pênûsê...
Seydayê Tîrêj, dest li piştê dixist û pir
caran pêşgotin ji berhem û pirtûkên wan re
dinivîsan, dinivîsî bê dixsî, xwe li ser
kesekî mezin nedikir, wekî pir tawûsan li
nav me, çimkê ew didîtin şaxin ji dibistana
xemilandî ..hd * * *
Berhemên Seydayê Tîrêj jî bi xwe, piraniya
wan helbestin, heyanî nuha sê pirtûk
dehênaye û çapkiriye ew jî evin:
1. (Xelat ) di (1990)î de.. helbest, li
Siwêdê hate çapkirin
bi alîkariya dost û hevalan, piştî çapek bi
hijmareke kêm, li þamê sala 1985 an de, bi
pêşgotina D. Zengî .
2. (Zozan) di (1990)î de helbest , ew jî li
Þamê hatiye çapkirin bi pêşgotina D.Zengî .
3. ( Cûdî ) di (1998) an de, li bajarê
Beyrûd hate çapkirin
û ew jî bi pêşgotina D. Zengî.
(Serpêhatiyên Kurdan) di (1992) an de, ev
pirtûk hemû kurteçîrok in, ji folklora Kurda
ye, li Þamê hatiye çapkirin, û bi xwe jî ji
weşanên govara Zanîn e û bi alîkariya
berpirsiyarê wê Ebdulbaqî Huseynî ye, ji
bajarê Qamişlo, di dawî de wekû tê zanîn,
Mamoste: Tewfîqê Huseynî wergerand zimanê
Erebî di sala
(1996)an de .
* * *
Her wiha jî ... Mixabin dawîya jiyanê - kêm
an zêde - zû tê, qeda bi dunyê Keve..
Seydayê Tîrêj çû ser dilovaniya xwe, piştî
jiyanek tijî hezkirin û helbest, di xizmeta
tore û çanda gelê Kurd de, di roja 23. 03.
2002an de li bajarê Hisiça .. Can ji laş
firiya, û bajarê tevî birîndar li dûv xwe
hişt û çû ..
Lewra Seyda di dawiya demên xwe de pir bi
qedir û hawa bû, ku Seydayê zîrek Tîrêj, sê
caran hatî xelat kirin :
1– Xelata mehrecana helbesta Kurdî li Sûriyê
..1995 an.
2– Xelata – 100 – saliya rojnamegeriya Kurdî
..1998 an de.
3– Xelata koma Helebça, ya folklorê Kurdî li
Cizîra Sûriyê .. sala 2001 an de.
وهذه
قصيدة من نظمي ألقيتها في أربعينية الشاعر :
تيريز
{şîna Seyda yê TÎRÊJ}
23-3-2002
Ezê çawa li xwe dînim îro
Bêjim Seyda wî ji nav me bar kir
Rast e bûyer: yasa xurist ber b’ro
Bes dabêjim Seyda yêm xwe parkir
Ne min kin-dirêj
Seydayêm TÎRÊJ
Seyda Tîrêj tucar namre li dila
Dema tarî rawest Tîrêj hila
B’ tîpe-gotnî naz û pakî Kurdî
Navdarê hest û helbest got bila
Ziman wê ci bêje Seydayêm TÎRÊJ
Du bûyerin jîn û mirin d’bûrin
Bi hev re ne cêwî nav wan pirin
çawa dijîn dibîne tên û derin
Yam b’ dilê wî ku li dila namrin
ez nakim dirêj .. Seydayêm TÎRÊJ
L’ jînê em dibin ermancên tîra
B navê Yazdan yek dike nîra
Tenê mehder eşq bo welat û gel
Dide mertal ber dil naçe j’bîra
Ci - Abdal dibêj Seydayêm TÎRÊJ !
Rist xêz dimîn bi te sax dem çendî
Bi pirtûkên: Xelat . Zozan û Cudî
Ta ket rêza Cegerxwîn û Xanî
Her dimînin gotinên çak b’ xwedî .
Hindekin ev rêz Seydayêm pakrêz.
Ciwanê
Abdal
ji malpere -tirej.com
http://www.tirej.de/erebi1.htm
vegere rûpele sereke |