
أميركا
ومعدومي الجنسية
بعد دراسة طويلة، وعقد عدة لقاءات ومؤتمرات قررت الحكومة الأميركية
مساندة الأفراد معدومي الجنسية في
Konferansa bo parastina bêhemwelatiyan
2008-07-03 22 :38

--------------------------------------------------------------------------------
Serwext-Washington- 26ê meha Hezîranê ev sale, li Washingtonê, li
ser pêşwaziya wekila Partiya Demopkrat, (DP) ya Emerîkayê, xatun
Sheila Jackson Lee, ji bo piştgiriya mafên kesên bêhemwelatî,
bênasname, penaber (mişextî) û mafên mirovan, konferansek ya medyayî
(presskonferens) pêk anî.
26ê meha Hezîranê ev sale, li Washingtonê, li ser pêşwaziya wekila
Partiya Demopkrat, (DP) ya Emerîkayê, xatun Sheila Jackson Lee, ji
bo piştgirtiya mafên kesên bêhemwelatî, bênasname, penaber (mişextî)
û mafên mirovan, konferansek ya medyayî (presskonferens) pêk anî.
Encûmena Niştimaniya Kurdistanî, KURDNAS, jî bi awayekî fermî bo vê
konferansê hatibû vexwendin (dawetkirin). Li ser nave Kurdnasê,
serokê wê Şerkoh Abbas beşdar bû.
Xatun Sheila di meclisa Emerîkayê de serokê komîteya karûbarên derva
yê bo kesên bêhmewelatî û bênasname (bênifûs) e.
Armanca konferansê ew bû da ko lobiyek (danasînek) xurt di meclisa
Emerîkayê de li ser kesên bêhemwelatî, bênasname, penaber were peyda
kirin. Ji vê jî da ko piştevaniya wan û mafên wan werin
parastin/bidestxistin.
Herweha armacek dî ya vê konferansê ew bû ko welatên desthilatdar,
taybetî Emerîka li ser wan welatên ko insanên welatên xwe
bêhemwelatî hêliştine bişidîne da ko ew kes mafên xwe şun ve
wergirin, bû.
Di axaftina xwe de, xatun Sheila Jackson Lee li ser mafên mirovan,
rewşa penaber û kesên bêhemwelatî sekinî û diyar kir ko divê mirov
bi awayekî xurt piştevaniya wan kesan bike da ko ew bigihin mafên
xwe yên rewa, inasanî.
D vê konferansê de serokê Kurdnasê, Şerko Abbas jî axaftinek kir.
Birêz Şerkoh li ser rewşa kurdên bênasname- ko hejmara wan digihe
300 hezar kesan- yên rojavayê Kurdistanê sekinî û hêvî ji xatun
Sheila kir ko ew hemu birh û xebata xwe bike da ko meclisa Emerîkayê
qanûna bo dijî mişextiyê, bênasnametiyê li dine di meclisa xwe de
qebûl bike. Herweha Şerkoh Abbas xwest ko Emerîka li ser rewşa
kurdên bê nasname yên rojavayê Kurdistanê bisekine û ew li ser
rejîma Baas ya Sûrî bişidîne da ko ew kesên ko hemwelatî/nasnameya
wan ji wan hatiye standin ew wan mafan bi şun ve wergirin.
Fermo li jêr guhdariya konferansa medayayî
bike (dengê emrîkayê-kurdî):
Vir bitikîne:
Vir bitikîne:
Video / audio :
http://www.youtube.com/watch?v=qJR7l8HhiwY
|