|
|
|
|
|
|
Pira Meydankê
ya Kevin
Arî Husgulkî
Bawerdikim Piranîya We Ji
Bîrnekirî Wa Pira Meydankê a kevin ko
rîya navbera Qerecornê û alîyê Meydankê
dighand Hev,nêzîk Aşê dîrokî ko li ser
avê diherîk Dirêjîya wa pirê nêzî
100 m- bû,Çar Çevikên wê hebûn ji Her
Alîyekî û ji bilî wan yeke Navîn di
Ortêda bû wek qenterma Esmanê jor
Golover avkiribûn
Kesî nizanî Ew
pir Kijan demê hatîye avakirin,Ger
serdma Osmanîya bê yan Ferensîya an jî
kevintirbê Carikê Baraneke dijwar
lêkir,Çemê Êfrîn herikî û Lêmiştek
bitirs Çêbû,Li gor Xelkê hazir bêtirî 7
mitran penahîya avê bi ser pirê re
derbas dibû
Wê Çaxê Ji Alîyê
Qerecornê nêzîk Gondê Gobeleka rê dibû
firk,û mîna pirek biçûk hebû jêra dibên
pira Kenî Kûrkê Pasa Qêdir ji wêda
hat bînek têda tijibûn,û liser Pira Kenî
kûrkê rawestîya,li benda daketina Ava
lêmiştê ma û xwe bi tev xelkê vêra li
ser pirê xist,kesî bawernedikir pir sax
mabê,lê bi aramî xwe gihand alîyê ber
Aşê avî.
yekm car Bû dema Bendava
Meydankê Tijî avkirn,serê pirê nêzî 12
metran kete bin Gola Avê ji ber
bilindîya avê nêzik 70m, ji Cihê
Destpêka Bendava nû avakiribû û dema
Av berdan û gol miçiqî,pira binavê 12
metran zûhabû,carike din Ew û aşê avî
hîn sax mabûn Li gor Xelkê ta naha
pira Meydankê a kevnare li ser heve di
bin ave Golêda û nêzîk 17 metran av li
ser meîy
bûye.
|
|
|
|
|
|
|
|