|
'
Çêroke Êxe û Azep
Çêrokek min ji biraderê xwe û hemneşînê dilê xwe
Bavê Seleh
bihîstibû..
-
Got:
Êxe azep şand bazara Êrfîn ku here jê re titûn bikire,
çixareyê xwe nemabûn, îcar Heydo çû ji Axayê xwe re titûn
kiriya û çavê xwe li HELAWÊ ket (şîrîniyê),hinek şîrînî ji
mal û zarokên xwe re jî dkire û dere, ev vegeriya hat mal,
dema gîşte nav gund, çû titûnê Êxe dayê û vegeriya mala xwe,
li ber dergehê malê zarok ji xwe re dilîstin, dema zarokê
Heydo dît ku bavê xwe hat, ew jî vê re ket malê, li hundir
Heydo çiqinê vedike û jina wî nanekê tîne ji kurê xwe re
(Dirûmek Helawê) çêdike û dide dest lêwik.Lawik dere bi
hevalên xwe re dilîze û gezek dudu HELAWÊ dide hevalê xwe
kurê Êxe jî, Kurê Êxe DIRÛM ji dest kurê Heydo digre û dere
mal, Axe dibîne ku î tiştekî duxwe, dibêje: Ew çi ye kurê
min bi dest te de?
Lawik dibêje: Şîrînî ye bavo..
Axe
dibêje: Le e sekim (ka ez binêrim), axe jî gezekê lêdixe û
dibêje: Çi xweş e, vê teresî Heydo ji me pirtir bi TEHMA
devê xwe zane, here bila diya te fereyekê bide te û bibe
bêje Heydo Çîçek HELAWÊ.
Zarok dere fereyekê ji diya xwe
dibe û derê mala Heyder, dibêje: Xalê Heyder, Bavtê mi dot
ta tîtik HELAWê, yanê bavê min dibêje: ka piçek şîrînî
Heydo dibêje: Here bi bavê xwe re bêje: Gelo tu yê tîtikî ye
ne,
(Tu
yê piçekî ye ne)?!?!.
|
|