|
|
Mihmed Hemkoçer |
Bavê min
dibêje: |
|
|
|
|
|
Bavê min dibêje: jin nizanin biskinin, ku qet kar nema jî,
an devê balîşeyekî vedikin, an jî tûrekî didirînin û bi ser
yek î din ve didrûn.
(helbet em li ser jinan deng
dikin ha, ne li ser jinikan)
Diya min jî wilo ye, anku ya bavê
min rast e, lê diya min dema dirûnekê dike di ber re jî
kilamek folkilorî, an jî hevalan tîne ziman..
Haval: an ku kilamên dewatan...
Îro, min ev yek jî dît û ji we re dibêjim.. di ber dirûna
xwe re wiha dibêje..
Şîng pîng e hesen e
Şêjin parîk hêsin e
Li Helebê çê dibe
Li Ezazê qul dibe
Têr çû şûjin vê ra
Qulancek nex î têra
Wer em herin çolaqa
Qîza rind a li qonaqa
Sûzim kirin biraka
Guneh li herdu xaka
Rêka Hemamê dûz e
Cemo hilpek bilîze...
Fidan Birim diya min
|
|
|
|
|
|
|