|
Ji dibistana
mezinan |
Mihmed Hemkoçer |
Çêrokek gelêrî |
|
|
|
|
|
Mihemed Hemoçer
We
bîriya çêrokan nekirye gelo?!..
Çêrokek gelêrî
Ji dibistana mezinan
Dêlkek za û çar -pênc cêwrik anîn, hêdî hêdî cêwrik mezin dibên
û ji diya xwe fêrî rewê dibin, şansa wan rind bû, ku dema ew
bûn, li ser sergûyê mala Êxe bûn, êdî xwarina mala Êxe jî bi toq
e, anku hestî tim hene, dema cêwrik bi ser xwe hatin, diya wan
jê re got: Eger Axe di vir re çû nerewinê ha, çunkê em ê li vir
bi kêf in, bila ji me nexeyide
Rojekê Axe derbas dibe, ji nişkave cêwrik xwe çedikinê û
direwinê, Êxe bi helahûka xwe ji dest xilas kir, û dema gihîşt
mal, di cî de du peya şandin û got: Herin wê dêlkê û cêwrikan ji
wir çekin bibin geliyê paş malan
Peyan ew birin çekirin paş malan, û li wir şevek dudu çûn, birçî
bûn, nema goşt û ne jî hestî..!
Dêlkê got: Min bi we re negot, nerewin Êxe, hiii
Cêwrikan gotin: Ma dayê sûcê me çiye..! ma ji bilî rewê te çi li
ber me elimand û em fêrî çi kirin!?.
31.10.2017
|
|
|
|
|
|
|