|
DIZ Û MENDIZ!
Li Kurdaxê, nêzî gundê Alciyan,
xwenedanekî ji malbata Şêx Zade, bi navê Mendiz (Endêzyar) tê
naskirin, Mendiz bi xwe li Helebê rûdinişt, dema berê zêtûnan
nêzîk dibû, xelkê derdora wan gundinan, diçûn dizî ji Endêzyar
dikirin, kesayetiyekî ji wan diçû ba Mendiz, digot: Law Istaz
xelk tê dizî te ha ..
Mendiz digot: Xem nake!!
Çend roj diçûn, dîse diçû cem, digot: Istad, weleh darê te pak
kirin!
Istêz digot: Temam, bila be!!
Çend roj din derbas dibûn, dîse çû, got: Niha tu bawer nakî diz
tên zêtûnên te?
Mendiz got: Belê, belê bawer dikim
Êê, çima tu nayê ber zêtûnên xwe?
Istêz got: Law qurban, jiber ku hûn çiqasî diziya min bikin, ez
tim î Mendiz im û hûn ê jî timî diz bin, ma qey bi diziyê hûnê
bibin dizaxa?!
Hûn xweş bin tim diz bin.
- Erê, şor ji zêr zêrtir e, bila kole jî tim koletiyê bike,xayîn
jî xiyantê bike, hewke jî kûna xwe bide, ersiz ji bi ya xwe de
here, derewkar jî ji ya xwe nemîne... ma qey we bihîstiye ku
kesek ji van bûye mîr û serek û bi serketiye?!, na helbet, ti
pirtûk bi navên kesên han çênebûne, ne jî ti kesî di dîrokê de
pesna wan daye, xweş bin tim serî di erdê bin-
8-11-2017
|
|