Mihemed Hemoçer
Efrîna Rengîn
Warê bav û papîran
Kirin wek kelepîran
Ji vir wêde gur tênê
Dorpêçkirin zincîran
Kirin amanca topan
Şev û rojan ew dipan
Her kesê ku xwe venê
Ço dane hember hokan
Rêjîm û Rûs û Tirka
Lê şikandî ew firka
Kurd jî dîl e bi tenê
Didexise Emêrka !.
Ji Emrîka de were
Ta bi Firs û Xeyber e
Kê got: Em dostê tenê
Yê bawer bike ker e
Xwedêkê hûn biborin
Ev ne helbest û şor in
Êşkince me dijenê
Qat bi qat qor bi qor in
Yê ku dûr hayî nîn e
Çi tê serê Efrîn e
Ger we dît yek dikenê
Zanibin ew î dîn e
Dîn jî ger jî êlê ye
Ku hat peyê malê ye
Sarûtekî bi tenê
Ger mir qeda salê ye !
Eger wiha tim here
Kurd ê bibe berder e
Bi lîsk û los û fenê
Nizane Hemkoçe e.
25.10.2017
|