|
|
|
|
|
Navê pirjimariya ajalan
Zirbe: Dema kûçik an pisîk pir bin, bêhtirî sê-çarikan bin
dibêjin: Zirbeyek, zirbak kûçik an pisî bi hevketiye, ev herwiha
ji hemû celebên wan re tê gotin, wek.. Guran, heftar (kuftaran)
pilin û şêran û hd.... Qelfe, ref: ji firindeyan re tê gotin,
her tiştê difire , qefak şelûr ,refê çivîkan (em carinan bo
miroven re dibêjin: Qelfe, û dema pir bin em dibêjin: Şede, wek
şede ên bi kom bi hev re diçin palê, dibêjin: Şede) Qeter: bo
hêştiran ne, Qeterê hêstiran, qorê hêştir û deveyan Kerî: bo
pez, ker, qatir hesp û mehînan herwiha dewarê hêmin û mêşin re
tê gotin Mêristan: ji morî, gêriyan re dibêjin Gode: bo
nêşan, mozan re ye, herwiha Gûde mûzê nêr e, ew mêşa ku mezin!
Garan, naxir: ji bo çêlekan, camûsan.. -
nizanim eger li ba kesekî têbîniyek
heye, dixwaze binirxîne an lê zêde bike bila kerem bike û spas
dikim.
|
|
|
|
|
|
|
|