PADÎŞAH Û KUND
Wezîrekî padîşahekî xwe hebû, bi
zimanê hemû têr, tilûr û firindeyan zanî, rojekê padîşah bi
wezîr re got: ka em ji xe re derkevin seyranekê.
Wezîr got: baş e.
Padîşah û wezîr bi hev re derketin seyrana xwe û digeryan,
bi rêve rastî du kundan hatin, li hember hev dikin kûkû.
Padîşa bi wezîrê xwe re got: ev çi dipeyvin..?
Wezîr got: ev yek keça yê din ji lawê xwe re dixwaze.
Yê din jî dibêje qelengê qîza min bîst xirabe ne.
Ew lê vedigerîne û dibêje: xem nake, bila çel xirabe bin.
Yê din lê vedigerîne û dibêje bila padîşa sax be.
(êdî , eger padîşah sax be, pir gund xera dibin)
8-11-2017