|
Karîator:Yahia Alsilo |
Mihmed Hemkoçer |
Xweda
zane |
|
|
|
|
|
Mihemed Hemoçer
Tevî ez ne di ti rêxistinên siyasî de me,
lê ya ku têgihîştime bira û xwîşkên
delal, xweda zane dewleta Tirkan, a Îraqê û Îranê û vê re kes in
bi gemar pîlanek pîs, genî û pir bive li serê Kurdan digerînin !
baldar bin, bila heşê we li serê we be, dijminê ku birayên we
dixopîne û ji xwe re dihevoje, bi wî rengî rêkek din vedike..!
Îcar, wan çaldêran aniye bîra xwe, we jî sed çaldêran ji bîr
kiriye!!!
Kesên li Ewruopa nemaze, ji kerema xwe van gotinên mafên
mirovan, ûazadiya ramanan û şorên vala berdin, Biyanî pê xelkê
dixapînin, bawer bikin, ji bilî yekgirtina Kurdan û devê tivingê
tiştek ne rast e, maf li ser tepsiya zêrî nayê ji we re, rûpelek
pak vekin û tikesî gemar nekin nav, yê destê mirov bike, dê û
bavê wî nake, ji kerema xwe bila hûn neyên xopandin, bes e êdî,
bi kuştinê, şehîdan, xwînê, girî, şîn û keser û şewata dilan, bi
sêwîbûna zarokan.... êdî em nema, bila demekê em xwe bi xwe li
xwe sekin, ma tim em ê herin berderê xelkê bin, karkerê keran,
kûçikên biyaniyan bin, penaberên welatan bin, ma qey welatê me
têra me nedikir?! va we dît, gelo çi ji me kêm e ku em kêmtirî
dunyayê bin?!
Bi serê xwedayê dlovan şerm e...!.
1.11.2017
|
|
|
|
|
|
|