" JI
BÎR NAKIM "
*JI BÎR NAKIM *
*keç û jinên me kurda
ristina wa teşiyê -tevne li dar dixistin
Ji hir ya berx û mî yê -neqiş û ce'en lê
dikirin bi zirx û bi derzî yê
***** *dîsa tînim bîra xwe
Ew destarê kevirî -li pir dera tê dîtin
ji du perçan çêkirî -xirme xirma dengê
wê dihêrê va bulxurî
***** *dîsa tînim bîra xwe
soqî li nava gundan -kute kuta toqmaqan
keçikan dan dukutan -pîr û jinên nav
salî dicivîn li dora wan
***** *dîsa tînim bîra xwe
delîba li bêderê -çinîna nîsk û noka
kom û şemalên berê -kişandina wan şixra
lênûştina cercerê *****
*dîsa tînim bîra xwe cot û hevcarê darî
-yê ku pê ax dajotin kalên me yên cotarî
-der diketin şefaqî vedigerîn êvarî
***** *dîsa tînim bîra xwe
kirina nanî sêlê -qetmer û nanê kuncî
ber tandirê bin holê -xarina wa rûnê sar
dotina mî û çêlê
BER AVÎ
10/5/2013
roja înê
|