" EZ
Û WELAT "
-birî bijang gîhane hev jê hilnakim naqetînim -ew çavêd
reş çavêd belek
tu kilê lê nareşînim -rûyê li hev
pozê xelek Ji xizêman dixemlînim -bisk û kezî
bûne solav Lê sedikim di meyzînim
******** -guhên çeleng por
daye ber Zîv û zêran
pê dixînim -herdo lêvan sor vedane tu renga li ser danînim
-qirka zirav bi gerdena bi morikan dineqşînim -ji destên
te derbastir bê bi bazina naxemlînm
********
-piştî tulyên hinekirî tu gustîlan tê naxînim -kesk û sor û zer û sipî
bejna te pê dixemlînim -heger ji te der bastir bê tu
welatan ez nastînim
-nema hêdî têm xopandin rast dimeşim dûr dibînim
********
-sîga te Axa cinetê şehîdan lê dicivînim -tim ji bo te
can fêdame
Xûna sor ez dirijînim
-her dem ez te
diparêzim destên qirêj dûr dixînim piştî xem û Êş û derdan
Ken li rûyê te diçînim
*********
Ber Avî istenbol...20/2/2014
Pêncşem
|