" KURDISTAN "
**KURDISTANA MIN** *biri bijang
gîhane hev -jê
hilnakim naqetînim
*ew çavêd reş çavêd belek
-tu kilê lê nareşînim
*Rûyê li hev pozê xelek
-ji xizêman dixemlînim
*bisk û kezî bûne solav
-lê sedikim dimeyzînim
*guhên çeleng Por daye ber
-zîv û zêra pêdixînim
*herdo lêvan sor vedane
-tu renga li ser danînim
*qirka zirav bi gerdena
-bi morikan dineqşînim
*ji destên te derbastir bê
-ji bazinan naxemlînim
*piştî tulyên hinekirî
-tu gustîlan tênaxînim
*heger ji te derbas tir bê
-tu welatan ez nastînim
*kesk û sor û zer û sipî
-ji bo te li dar dixînim
*nema hêdî têm xopandin
-rast dimeşim dûr dibînim
*sînga te Axa buheştê
-şehîdan lê dicivînim
*tim ji bo te can fêdame
-xûna sor ez dirijînim
*her dem ez te diparêzim
-destên qirêj dûr dixînim
*piştî xem û Êş û derdan
-ken li rûyê te
diçînim
Ş-BER AVÎ
20/2/2014
PÊNC
ŞEM-ISTENBOL
|