Ger xuda neba
wê jîn bi çi rengî ba
Ger sed û bîst hezar pêxember ne hatiba
Wê çerx û dolabê dunyê bi çi awayî ba .
Ger zabûr û tewrat û Quran neba
Topa dunyê li dor xwe ne zîvirîba
Asîman herdem reştarî ba
Tava rojê bê tîhn û şewq ba
Her pêxwmberek bi jinekê ba
Ger jiyan çewtî aqila ba
Mirov ne wek lawira ba
Temenê wan bê dawî ba
Û buhişt ne li dunyake dî ba
Mirovantî wekhevî ba
Xuda ji bû hemiya ba
Yan jî neba
....
Ger dar bê pel û tazî ba
Bê ber û fêkî ba
Gul hemî bi yek bihnê ba
Û gulistan bi rengek tenê ba
Ger şahî neba
Girî neba
Ger lawir bi ziman ba
Wek mirovam axiftiba
Gelo wê jiyan çawa ba ..???????
..
Di bin basikên şevê de westiyabûm
Bi ramanên xwe dûr û dûr diçûm
Dîsa li xewna xwe pir poşmam di bûm
Bê mirin tucar xweş nabe hebûn .
......
شيرزاد عفريني .
Helbest .
Ezê êş û
xemên kûr
Şêrzad
Efrînî .
Ezê êş û xemên kûr
Bi hêviyan bi pêçim .
Rûpelek nû di jiyana zûr
Ji xemgîniyê dûr biçim .
...
Bi dilekî şikestî
jiyanê li ber xwe xweş dikim
Li şahiyan di gerim
û di nav kul û xemên giran werdibim .
Ey şehneşahê pir mezin
Bo çî te em derî vê jîna reş kirin .
Te dergehê dojeha xwe li me vekirin
Wek keçek ji keçaniya xwe bikrve
Te em ser kilox û bêzar kirin .
.....
Çi bêjim ji nale nala dilê hejar
Li ber min wendabûn rê û mijar
Tucar bû min nehat xweşî û buhar
Der dem payize, bahoze li min dayî
hezar bar .
.....
Min ken ji bîr kir
Şadî wenda kir
Xeman li min bar kir .
Derda ez xarim û li min zêde kir .
Gelo xuda ji bû çi mirov çékir
Pergende , rezîl û riswa kir
Dad ji bû her kesî nekir
Bi insaf mirov wekhev nekir .
...
Şêrzad Efrînî
Helbest .
Lo dilo berxwe bide
Lo
dilo berxwe bide
Mirin tenê careke
Di va gerdûna xapînok de
Carna rast di çe
Û sed caran
jiyan çep dizîvire .
Çed axîn di kim ji dilê melûl û tijî jan
Kesek nayê di hawara min de ,
ne ji dostan ne hevalan ,
Nema tê dengê mirovan
Nema tê bîra min rengê şahiyan
Nema dibînim stêrkên asîman ,
Heylo weylo
Kê ez berdame vê jînê
Ji bûyî êş kûl û janê .
Ey mirinê
Bendawarim
Çav li hêviya te wesriyan
De were divan rojên dijwar de
De were di van demên jar de
De were .
......