|
Ji
folklora Çiyayê Kurmênc Mamuste Dr-Fexrî Ebdo:
Kember
(Hejîrê Ereba)
Latînî: Capparis spinosa
Fransî: Câprier commun
Ingilîzî: Caper, Flinders rose
Tirkî: Gebre otu
Erebî: القبّار, الكبر, الشفلح
Hin navin din bi kurdî: Kemberok, Kemer, Keber, Kemper,
Berkemer, Şêfelet
Tûmek
çolî ye. Dirrîdar e. Kok û şaxên wê darî ne. Hilkêşxwaz e.
Giyayek temendar e, û li ser koka xwe ĥişîn tê. Ya pir li cihên
bûr û berdayî, li ber zinaran, li dor xaniyan, û li ber dîwarên
ling jê qut ĥişîn tê. Li buharê zîl dide, û li havînê qert dibe.
Pelên wê hêkanî ne, û bi goşt in. Kulîlkên wê beraraviyî
ne. Heger kulîlkê kemberê peqî bi şûnda, li Çiyayê Kurmênc wa
hingê jêra dibêjin: Hejîrê ereba. Mêşên hinguv pir lê dinê. Ew
hinguvê sipî ji wê çêdike. Hinguvê kemberê pir bi tahm e.
Berên wê hermûtkî ne û rengê wan kesketarî ne. Dirêjiya wan
2,5-5cm ne. Heger bibihurin, dibişkivin, û hindirê wê ya tijî
dendik sor xûya dike. Li Çiyayê Kurmênc, hinek nû fêr bûna, ku
wan beran dikin tirşo. Mar pir li kemberê dihewê.
Li
Çiyayê Kurmênc, wê ji bo nexwaşiya bê bi kar tînin. Kulîlkên wê
tînin, û dikutin, û li xwe dihêlin.
|
|