Perestgeha girê Endarê li Efrînê
cihekî pîroz e. Perestgeheka Ahoramezde û Tîşop e.
Lêkolînvan û hin dîroknasên şofen û nijadperest hewil dane
nasnameya wê ya resen biguhêrin û li Aşûriyan vedigerînin.
Her ku min serdana vê perestgehê dikir ez cwestî derbasî wê
dibûm û min berê xwe dida royê û digot: Ahora tu pîroz î
Bo me hebûn û jiyan î. Li sala 2018an dewleta Tirk a
faşist bi bombebaranan beşekî mezin jê serûbinî hev kirin.
Piştre çeteyên mejîtarî bi serpereştiya mîtên Tirkan şêrê ku
li ser girê Endarê bû dizîn.