·Fexrî Abdo
Çêrçêrok.
Mistefayê gundê me, tenê dayîka wî ew
leledikir û jê re digot Miço. Wekî din gundiyan giştan, ji
ber esmerbûna wî, jê re digotin Miç-reş! Tu a rast dixwazî,
Miçreşê esmerbûn bi du gazan derbas kiribû, û `umpek tenê
mabû ku bi qemeriyê gihîne.
Miçreş, peyayê kêf û cim`etan bû. Zar-xweşî bû. Şorên xwe
diqelandin, û nermik-nermik berdidan nav cim`etê. Kesek ji
xwe nediêşand. Xwe ji kêfekê jî mehrûm nedikir. Pesarek
bilind li ku bûya, te ê bidiya ku Miçreşê li wir palvedayî.
Geliyek zirav li ku biherikiya, tîq-tîqa wî ji wira dihat.
Qedeh timî li pêşa wî bû, vê re dikenî.
Ji roya ku felekê silav li Miçreşê kirî û bi nesîbê pereyên
pir qezenckirine de, nav qulibî û bû Mistefa-axa. Ka
kursiyekê bi bin Mistefa-axa din.. Xêra xwe rabin qehweyekê
ji Mistefa-axa re bînin.. Mistefa-axa ka were li şûna min
rûne..
Mistefa-axayê te jî rast bibû axe, ji heq dihat der. Bi
findiqê toz ji ser xwe dawdişand. Her maseyek li ber dostan
radixist, dilê te çi bixwasta, ew li ser bû. Deriyê xwe li
ser piştê vekirî bû. Çedikir, û çedikir. De kanî be jî wê
hişk bibe ha!
Mistefa-axa perê nesîbê gişt xerckirin, û qasî wan jî deynan
dan ser wî. Deyndar li ber deriyê wî we vedipekîn. Yek diçû,
ê din dihat. Rebeno, xwe ji ber wan vedişart. Deyndaran
boçika wî di ber ra birrîn û nav kirin Miçik. Heta roya ku
mirî nav mabû Miçik. Çaxa Xoceyê gund ew telqîn kir, navê wî
hilda: Mistefa!