Jindires youtube

 Hunera kurdaxê  فلكلور كرداغ-

jindires twitter @jindiresefrin
 
 
 
 
 
 



 
 
   Reşîd Hemo: Mesaja şêxalî  
 
 
 
 


 
 
 
 
Gotaraa sekretêrê partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Allî di merasîmên veşartina xebatkarê kurd ê navdar mamoste Reşîd hemo de :

 
Xwîşkino, birano….
Nûnerên rêxistin û partiyên kurd û ereb….رشيد حمو
Beşdarên hêja ….
Rêz û hurmet ji we hemiyan re , ku we xwe gihandiye gundê Hopka – herêma kurdaxê , da ku xatir ji mamoste Reşîd Hemo bixwazin, bila hûn xweşbin .
Li seranserî qeza Efrînê , bi her heft nehiye û çar sed gundên xwe ve , Reşîd Hemo dihate naskirin….ji ber ku , di dema ku dibistan nebûn , rê û kehrebe nebû, bi sedan xort û zaro li ber destên wî fêrî xwendin û nivîsandinê bûbûn . Lewre jî, her û her ciyê qedir û qîmetê bû; Ronakbîr, rewşenbîr, dilsoz û berketiyê milletê xwe bû, li dirêjahiya bêtirî 70 salî têr xwendin nedibû , tim û tim heyran û evîndarê zanîn û pirtûkan bû , û ji zimanê xwe yê dê pir hezdikir .
Reşîd Hemo ne yê rêxistin û partiyekê bû , ew dost û dilxwazê hemiyan bû , hevalê lihevkirina tevgera kurd û xebata bi hev re bû . Ji roja roj de , di wê baweriyê de bû ku, kurd û Ereb ne dijiminê hevin, û ku Sûriyê bi xêr be, emê bi xêr bin .
Li Helebê, Hezêrana 1957-an , di wê civata dîrokî de , ya ku , li mala Mihemed elî xoce , bona damezrandin û aşkerekirina yekemîn partiyeke kurd li Sûriyê , hatibû lidarxistin, mamoste Reşîd Hemo xwedî roleke sereke bû . Ji ber ku hê ji berî hîngê , ew digel camêrên weke Cemîl kinnê , Osman efendî , Nûrî dêrsimî û Osman sebrî têkildar bû , ji bilî têkiliyên rehmetî bi parta komonîst û komela Aştîxwazan re (أنصار السلم) .
Reşîd hemo , ne tenê li kurdax û parêzgeha Helebê , lê belê , li seranserî herêma Kobaniyê , Qamişlo , gund û bajarokên Cizîrê xebitîbû , û li ser riya xebatê gelek êş û dijwarî , geh li hepis û zîndanan , geh li çol û çiyan , her tim cefakêş , xwedî nêrîn û rol bû . Reşîd Hemo Jiyana xwe ser û ber terxî milletê xwe kiribû , lê her tim dilgerm û xwedî hêviyên giranbuha bû .
Mamoste Reşîd Hemo , weke siyasetvanekî mezin , kurdhez , mirovhez û welatparêzekî navdar ciyê xwe di dîrokê de digre .
Careke dî, bi navê parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê , em serê we hemiyan sax dikin .
Bila heval , hogir û dostên mamoste Reşîd Hemo sax bin .
Keç û law û mervên rehmetî xweş bin .
Supas ji guhdariya we re .
Gundê Hopka – nehiya Reco 19 Berçile 2010 an
====================
  
 
 


 
 
 

موقع جندريس كومMalpera Cindirêsê   2017-2006

 
 
 

  1  2

 

  Jindires youtube Deng u rengê çayê kurmênc   2006-2017