|
'
RINDÎ:
Ji
destpêka şerê ku li Sûriyayê dibe de, min dest bi nivisandina
bûyerên rojane kir û min hewlda ez rojê serboriyekê bi çêrokekê
biçesipînim, dema salek bi serî bû, li ba min jî sêsed û şiyêst
çêrok kom bû, min ew yek bi yek xwendin, hêdî hêdî ez lê
vegeriyam û pê ponijîm (min çekir malî êqil), min dît ku her yek
ji yekê pîstir e !(hemî êş, kul, şer, kuştin birçîbûn, koçeberî,
rev, derew, êşkince û keser û nerindî ne)!, ê..
Min rabû ew tev bi gotinekê guhertin,
kar zirar min xwe têwerkir, bi gotinekê min sê hezar û dused
gotin guhart, çawa dibe bila bibe, ma ne Kurd dibêjin: di kuderê
de zirav e bila di wir de biqete.
Rindî, tiştek çûna rindiyê nagire..
Çêroka herî kin li ba min ev bû.
|
|