Vê sibehê zû çêrokek gelêrî hat bîra
min,zemanekî Reşîd Hemo ji min re hewalda û wî
jî got: Osman sebrî ji me re xeber da, îca silav
li giyanê wan herduwan û ez ê jî ji we re
bêjim..
- Got:
Heft-heyşt şêr bi hev ketibûn û diçûn, ji wan
yekî birîndar hebû, ling birîn bûbû û dikuliya û
li şûn hevalan mabû, hêdî hêdî ling çedikir û
diçû, bi rê de ew şêrê kulek
kênefisek(Kêsefisek) dît, kîso jê pirs kir, birê
Şêr tu kuva diçî?
Şêrê kulek got: Ez diçim dera han, binê til,
hevalên min
li wir in
Kêsefis got: Te got; binê til?
Şêr got: Belê
Kêsefis got: Hey wex êkê çawa
bibe!
Şêr
got: Çi çawawa bibe?!
Kêsefis got: Zarokên me jî li wir in, binê til..
Şêr got: Ê..?!
Kêsefis got: Ez ditirsim ku li wir lequy hev
werin, hevdu bibînin û rabin hev, şer bikin paşê
kuştin miştinê çêbibe...!!
Şêr got: Aaaax ax, ez bi vê birîna lingê xwe
namirim, bes ez ê ji derdê şora te û aqilê te re
bimirim.