|
Mixabin
hin Kurdên hişqaling û mejîkulavî bûne wek nêriyê ku
di nav kelem û diriyê de aliqî ye. Vêca ji dîrokê re
dimîne ku di bin çi navnîşanê de navê wan ê tomar
bike.
Darên me yên zeytûnê ne hevalên tu partiyan in... Ne
çekdar in û ne jî Ocelanîzim an Berzanîzim in. Tenê
yên Kurdan e û bihna bapîr û dêpîrên me jê tên,
lewra terorîst û bi serpereştiya dewleta Tirk wan
dibirîn û hildikin. Ji ber ku dar jiyan in, wê ûştê
dişewitînin. Bihuşta me Kurdan bi hovîtiya xwe
dikikin dojeh. Mixabin em jî bi mejiyê partîtiyê hev
riswa dikin.
Gelo kîngê emê tê bigihên ku
partîtî ji bo doza gel e, ne ji bo nakokiyên
navxweyî û berjewendiyên çend kesan e?
31. 11. 2019
|
|