|
Di
zikê van konanan de gelo çiqas hêvî têne qurmiçandin
û çiqas roj û şev di nav diranên êşan de têne cûtin?
Gelo rojane çiqas şûşeyên
demê ji rondikên pîrejin, kalemêr û zarokan têne
dagirtin û di gewriya bêdengiyeke kujer de têne
valakirin?
Gelo çiqas çîrokên
penaberî û dilêşiyê bi şevê re têne parvekirin, bi
sibehê re dibin cûkine bê basik û hewil didin berve
Efrînê bifirin? Tenê niştecihên di hindurê van konên
dawşil de dizanin!
Dipirsin, lê bersiv windayî ne
Hawar dikin, lê rê
bendkirî ne
Diqîrin, lê guhên çîhanê
xetimî ne
Lavêjan dikin, lê
paytexta ezmên xewkirî ye
Patîperestiya
mejîqalingan...
Serokperestiya
hişteviziyan...
Olperestiya
hestriziyan...
Êlperestî û
herêmperestiya derûnçirûkan..
Pereperestiya dewlemendên
jiyanrizî...
Wêjevaniya pênûsên
zimanbadayî...
Dengbêjiya hunermendên
hestziwa...
Bila bi qurbana gel bin û
li bazarên tiştên çekirî bifroşin.
2. 12. 2019
Kampa Serdemê - Şehba |
|