Destêpka çêroka
Dastana Xezala Menda
(Teyar Axa)
Jêder: dengbêj Eliyê Kapê
Danhev û lêkdan
Hemkoçerê Cezawîr
Efrîn – Şiyê
Sala 2000 î
Destpêk bi çêrokê
Dibêjin eşîra Menda sîh û du hezar mal bû, û duwanzdeh
serek û kelenderên wan hebûn.
Serokê wan yê bi nav û deng jî Zor Elî axa yê Tîmarî bû.
Rojekê ji wan rojan Ehmed axayê Mendî bi duwanzdeh
siwaran derket aw û nêçîrê, piştî nêçîra xwe kir, li
vegerê xwe berda bin konê Heyder axayê Sîrtî.
Heyder axayê Sîrtî bixêrhatin û mêvandariya wî dike û bi
hev re dikevin guftego û axaftinan, piştî têr nan xwar û
berî sifre ji erdê rabe çavê xwe li Leylanê, li keça
Heyder axa yê Sîrtî ket û li ser sifrê destê Leylanê ji
Heyder axa yê Sîrtî xwest.
Heyder axa yê Sîrtî got:
- Ma, tu westiyayî û
tu hatiye bêhna xwe bi derkî, lê tu hatiye qîza min
bixwazî!
- Çend gotin bi tap vê
re kirin û ji bin konê xwe siktir kir û qewitand.
Ehmed axa çû giliyê xwe li ber Zor Elî axa yê Tîmarî kir
û got:
- Pismam, min xwe li
yaqî Heyder axa yê Sîrtî dît û ez çûm min qîza wî xwest,
bi ser de ew bi min razî nebû û ez qewitandim.
Elî axa rabû hêzek çêkir û êriş bir ser konê Heyder axa
yê Sîrtî, konê wî şewitand û Leylan bi destê zorê anî
hat ji Ehmed axa yê Mendî re.
Çend roj derbas bûn bi şûnde Leylanê nerazîbûna xwe ji
Ehmed axa yê Mendî re xûya kir û nehêşt Ehmed axa destê
xwe bavêje wê.
Ehmed axa yê Mendî ket ser Leylanê û pirs kir û got
- tu çima bi min razi
nabî û tu nahêlî ez mirazê xwe bi te re bibînim!
Leylanê got
- eger ne serokekî wek
bavê min, bi mal û milkekî pir be, ez wî nakim û di
hembêza wî de xew nakim, hemû îş bi zorê dibe lê miraz û
dîlek bi zorê nabe.
Zor Elî axa yê Tîmarî gotina Leylanê bihîst û hat cem
leylanê û vê re got
- Leylan tu bi Ehmed
axa razî bibe û mirazê xwe bi wî re bibîn, ez ê
seroketiya eşîrê û Kurk û hewrên pişt re bidim wî.
Soz û qerar bi Leylanê re danî û Leylan razî kir, û
nikeha wê li Ehmed axa derxistin da ku mirazê xwe bi hev
re bibînin.
Heyvek, du heyv, sê, çar, pênc şeş heyv derbas bûn
Leylanê sekir Elî axa xwe ker kiriye û hîn soza xwe bi
cih naniye, rabû û çû cem Elî axa û got
- Zor Elî axa, te
sozek da bû min, ku piştî ez bi Ehmed axa re bibim yek
tu seroketiya eşîrê bidî wî, kanî soza te û gotina
seroketiya te, ma gotin ji devê mirov derdikeve lê tu
çawa dibînî, divê ku tu zanibî min hîn nikeha xwe li
Ehmed axa dernexistiye, êdî tu çawa dixwazî, ez xwe jê
berdim, lê tu dixwazî soza xwe bi cih bikî û kurk û
hewranê seroketiya eşîrê bidî wî!
Zor Elî axa yê Tîmarî virde çekir wêde çekir, ti rê û
çare li Leylanê û gotina wê nedît, rabû seroketiya eşîrê
da dest Ehmed axa yê Mendî.
Ehmed axa yê Mendî bû serok û serwerê yekem û di nav êlê
de nav û deng da, lê belê ji bingeh de ev kesin konreş
bûn, ango xudan pez û dewar bûn û karê wan di wê demê de
koçerî ye.
Di hîngê jî salek hişk hat, baran neket, pez birçî ma û
lawir bi canê hev dikeve, ew jî şansa Ehmed axa ye.
Ehmed axa bi Leylanê mijûl dibe û bi seroketiya êlê şa
bûye û xwe ji bîr vekiriye, qe hay ji dewarê xwe nîn e û
nizane ku bi wî awayî rewş derbas nabe.
Zor Elî axa yê Tîmarî li hember pêz û Ehmed axa û
Leylanê can derê, çû cem Ehmed axa û got
- Ehmed axa em konreş
in û axetiya me li paş vî dewarî û vî pezî ye, ma tu
nabînî dewarê me ji nêza re dimire, eger em di vê rewşê
de bimînin û bi vî halî dem di ser me re biçe, pir
namîne em ê jî bimirin. Ka fermanekî derxe em her hinek
bi warekî de biçin û herin li keskayîyê bigerin ta ku
buhar tê da em pezê xwe ji mirinê felat bikin.
Ehmed axa got
- ma Zor Elî axa tu
kûve dixwazî biçî!
Zor Elî axa got
- ez dixwazim biçim
Şigalê
Ehmed axa got
- ma canim, Şingal
hemû Îzîd in û em jî Musliman in, eger tu dixwazî biçî
divê ku em di navbera hev de mercekî deynin.
Elî axa got
- te ci merc heye bêje
Ehmed axa got
- mercê min ew e ku em
bidin hev soz û peyman ta ku em vegerin cih û warê xwe,
em ne keçek wan ji lawekî xwe re bînin û ne jî em keçek
xwe bidin lawekî wan, ji ber ku em Îslam in û ew jî îzîd
in.
Elî axa got
- ez bi vî mercî razî
me, qiran anîn û pê sûnd xwarin û got
- eger ev mercê ku me
di navbera hev de soz kirî û sûnd ji bo xwarî bi cih
nehat, Leylan qîza Heyder axa yê Sîrtî, ji min berdayî
be û li min heram be, em ê bizrê mêran ji hev qut bikin,
sûnda xwe dubare kir û got
- ez di bext û qerara
we de bim, va hûn dê biçin Şingalê nav Îzîdan, eger
keçek me mêrekî wan bike yan mêrekî me keçek wan bibe ya
dewarekî wan li dewareka me keve an jî beranekî me miyek
wan bihên bike yan jî jinek ji me cil û kincên xwe bi
yên jinek wan re bişo Leylan qîza Heyder axa yî Sîrtî
xanim û bermaliya min ji min berdayî be em ê bizrê mêran
ji hev qut bikin.
Bi soz û peyman û sûnda ku Ehmed axa daniye, Zor Elî axa
yê Tîmarî 500 mal ji nav êlê derxist û dev da kûna
çiyayê Şigalê.
Dûr nêzîk, gihîşt çayê Şingalê û konên xwe berdan erdê,
lê belê ew nizane ku ketî sînorê êla Pîrkal axa yê Îzîd,
xudanê 32000 mal, bavê Xelîl begê û Zelîxanê.
Sibe vehat Pîrkal axa bala xwe dayê ku seriyek mî ji vir
derket, keriyek ji wir derket, şivanên Pîrkal axa li hev
civiyan, Pîrkal axa şivanek wesand û ew şand pey
şivanekî ji yên nûh, şivanek ji yên Elî axa hat cem
Pîrkal axa, Pîrkal axa ji wî pirsî û got
- hûn çi kes in!
şivên got
- em ji êla Menda ne
Pîrkal axa got
- kî serokê we ye?
şivên got
- serokê me
Zor Elî axa yê Tîmarî
ye, bavê
Erif, Umer û
Teyêr e.
Pîrkal axa guhên xwe
dan ser wan gotinan, pê raman bû, lê ponijî û got
- gelo ez serok û ew
serok, ew xudanê 500 mal e, bi êla xwe ve hatî cem min,
ma ne gerek e ku ez nanek xwe pê xwardin bidim û
qehweyek xwe pê vexwarin bidim.
Pir li ber xwe neda, nameyek jê re nivisand û ji Elî axa
yê Tîmarî re bi rê kir û tê de dibêje ez dixwazim hûn li
me bibin mêvan û xwendî da ku em hev binasin û hûn nanek
me bixwin, qehweyek me vexin.
Piştî name gihîşt Elî axa yê Tîmarî û xwend, rabû Elî
axa yê Tîmarî bi çel siwaran tev bi hersê kurên xwe ve
siwar bûn û hatin li bin konê Pîrkal axa bûn mêvan û
xwendî.
De were Teyar axa serekê siwaran şera bi surme girêdayî,
meşleha zelal çekirî ser omizê, çiqeçiqa qinê şûr di
erdê re dixuşe û hêdî hêdî li pîşa siwaran bi bin konê
Pîrkal axa dikeve.
Dibêjin di wan deman de qîzên serokan di paş çît û
perdan de bûn û her kesekî jî ew nedidîtin. Lê ji ber ku
hatina eşîra Menda çayê Şingalê nişkaviyek bû û
mêvandariya wan awirte bû Zelîxanê cariya xwe temî
kiribû ku here bi dizî li peyên mendan binihêre û were
ji wê re camêriya wan xeber bide, bi rastî jî cariya
Zelîxanê riya wan dipa û gava çavên wê li bejna Teyar
axa ket bezî cem Zelîxanê û got
- Zelîxan zelîxan hele
rabe rabe, tu dibêjî dunya bê milk û mal e, tu tim
dibêjî ez dê mêrekî bikim bes li dunyayê kes li yaq min
nîn e, hele here ji xwe re Teyar axa kurê Zor Elî axa yê
Tîmarî bibîn, hele seke çi ton peya ye, çi camêr e û çi
sewdê li serê te dixî û heşê te dibî.
Zelîxanê bi kêra qelemteraşê konê odê dirand û tê re
nihêrî, dema ku çav li Teyar axa ket eşq û sewda li serê
wê lîst.
Zelîxanê xwe da ber
xeml û xêza kurmancî, toqmaqê kinêrî rakir û di pîşa kon
re wek birûskekê hat û çû û kûna singan dikuta, bi
lêxistina dengê toqmêq re Teyar axa serî rakir, çav li
bejna Zelîxanê ket û sewdê li serê wî jî xist, di cih de
gêr bû û nexwaş ket.
wê çaxê Zor Elî axa yê Tîmarî zanî ku çi hat serê Teyar
axa, rabû bi Pîrkal axa re got
- em Musliman in û hûn
Îzîd in, renge osbaxî di nav me de li kundir xin û nan
li me biherime, ka îzna me bide me, em olcî ne, em dê
herin.
Pîrkal axa got
- bergeh heye, hîn
zûye em rûniştine
Zor Elî axa got
- mala te ava em divê
biçin.
Rabûn û xatirê xwe ji hev xwestin, Teyar axa hîn î li
erdê, deng lê kirin Teyar axa Teyar axa, deng bi Teyêr
neket, siwaran Teyar rakirin û bi zorê li hespê siwar
kirin û birin lê belê canê Teyar axa ma li cem Zelîxanê.
Piştî Zor Elî axa ji wir bi rê ket, çû gihîşt nav êlê û
derbas bin konê xwe bû, Teyar axa nexeweş ket nav cih û
nivînan, çiqas hekîm, bêjîşk anîn ser Teyêr nikarîn ti
derman û çare li nexwaşiya wî bidîtana.
Lê belê qîzek Elî axa jî heye navê wê Nazlî xatûn e. Û
dibêjin eger çiqas rindî, çelengî, narînî û sipehî li
dunyayê xwedê dayî, nîv li hemû qîzên xelkê ye û nîvê
din jî dayî Nazlî xatûnê xûşka Teyêr.
Gava Nazlî xatînê bihîst birayê xwe ketî cih û nivînan û
nexweş ketî, rabû hat ber serê birayê xwe û got
- kekê min ez dizanim
hemû hekîm û bêjîşkên cihanê bi derdê te nizanin, lê
belê ez dizanim derdê te çiye.
- û eger tu guh bidî
min ez ê derdekî ji yê te girantir têxim bin konê Pîrkal
axa, ez ê derdê te ji te bistînim û bidim Xelîl begê
kurê Pîrkal axa, bes tu guh bidî min û tu jî Xelîl begê
bi vir xe û nanek xwe bi wî xwardin bide.
Hîngê Teyar rabû ser xwe û got
- xûşkê tu dizanî tu
çi dibêjî
Nazlî xatûnê got
- belê
Teyêr got
- ez ê Xelîl begê bi
vir bixim û eger ew hat û li min bû mêvan tu yê xwe bidî
ber xeml û xêzek giran û di pîşa kon re derbas bibî, bi
toqmaqê kinêrî singên kon bikutî, da ku çavên wî li
bejna te bikeve û ew jî ji teraz û mêzîna xwe bikeve.
Nazlî xatûnê got
- tu xeman nekişîn ew
îşê min e.
Rabû Teyar axa nameyek ji Xelîl begê re nivisand û got
- li me biborin û
qusûra me senekin, ew êşa ku li bin konê we li serê min
xist, hêşt ku em nanê we nexin û em vegerim mal, vêca ji
ber wê yekê jî em dixwazin hûn li me bibin mêvan û
xwandî û hûn nanek me bixwin, û bi vî awayî teyar axa
Xelîl beg vexwandî cem xwe kir.
Name gihîşt xelîl begê û Xelîl beg li hespê xwe siwar bû
û hat cem Teyar axa bû mêvan û xwandî.
Xelîl beg li periya odê bi Teyar axa re ketiye peyv û
axaftinê û li hal û rewşa nexwaşiya wî dipirse, ji nişka
ve Nazlî xatûn bi xeml û xêza bûkinî, bi çelengiya
periyan di pîşa kon re derbas bû û çend toqmaq li kûna
singan xist û çû. Hîngê çavên Xelîl begê li bejna nazo
ket û weku Teyêr nanê wî nexwar û vegerî mal, herwiha jî
Xelîl begê sifra teyar axa di cih de hêşt û vegerî mal,
nexwaşt ket cih û nivînan û bi eşq û seda nazo dal û
melûl ket.
Êdî
Xelîl beg kurê
Pîrkal axa li wir nexwaşê Nazo ye, û li vir jî Teyar axa
kurê Zor Elî axa nexwaş û sewdaliyê Zelîxanê ye, her yek
bi hesreta meraqa xûşka yê din dişewite û herdu jî
nikarin derdê xwe ji ti kesan re bibêjin.
Piştî demekê Xelî begê bi xwe nikarî. Rabû ji Teyar axa
re nameyek bi rê kir û tê de got
- ez dixwazim em tev
bi hev re derkevin pozê çayê Şigalê û bikin nêçîra xefş
û xezalan.
Name gihîşt Teyar axa, pîştî name xwend kêfa wî hat û ji
xwedê de dixwast ku Xelîl beg şorek wanî bike.
Teyar axa derket, li hespê xwe siwar bû, çû gihîşt cem
Xelîl begê û kêleka hespan dan hev û dev dan pozê çayê
Şingalê nêçîra xezalan.
Bi rê ve ji xwe re ketine gotin, henek û çêrokan, rê bi
hespan mijûl dibe, hesp bi gotinên wan mijûl dibin û ew
jî di nav gotinên xwe de bi sawir û sîtavên xûşkên hev
dihirmijin, weku hespên wan rê ye xwe diye û dikudînin,
wisa Xelîl begê jî rê li Teyar axa dît û got
- ez dixwazim li vir
gotinekê bi te re bikim lê bes tu yê li zora xwe nîn e!
Teyar axa têgihîşt û got
- dudu xwe jî bike
Xelîl begê got
- ez ji te bi fedî me
lê xewsteka min ku tu xşka xwe Nazo bidî min
Teyar axa got
- baş e eger tu xûşka
min dixwazî divê ku tu jî soza xûşka xwe zelîxanê bidî
min
Xelîl begê got
- Êdî tu dixwazî em bi
hev bigehwirin
Teyar axa got
- belê ez wisa
dibêjim, lê divê ku ez bi bavê xwe re bêjim.
Soz dan hev, û piştî aw û nêçîra xwe kirin û vegerîn
mal,
Teyar axa çû cem
bavê xwe û got
- bavo ez dixwazim
xûşka xwe nazo ji xwe re bigehwirim
Zor Elî axa got
- tu dê bi kê
bigehwirî!
Teyar axa got
-
bi Zelîxanê xûşka
Xelîl begê
Zor Elî axa got
- kurê min perspan î
reş û sipî li hev netê, em Musliman in , ew Îzîd in, kir
nekir Teyar axa got
- ez ê bigehwirim
Zor Elî axa got
- kurê min barê Ehmed
axa yê Mendî barekî giran e, şîlte qentar e, ma tu
nizanî me sûnd xwariye bi berdanê jinan û kuştina mûran
û sûnda me jî Quran e.
- eger tu vê yekê
bikî, em ê ji hev qut bikin bizrê mêran e
Teyêr got
- ez ê bigehwirim ger
çi dibe bira bibî
Û li vir dastan bi sitranê tê…
9-11.2017
AKN News
Malpera Cindirêsê