TEMÎ
Gotin yên hunermendê me yê mezin Bavê Elî
/Eltico ne)
Ez jî Bavê Seleh bi bîr tînim..
Temî...............
Kesên Kurd.. Ey heval
û cîran, ey dost û biranderên pak..
Ev dîsa
Bavê Elî ye, ne (fexfexa) Bavê Elî ye (ne fors î
çin) xizmetkarê vî meletî ye, helbet bi huner û
rêka xwe! Ew rêk jî we xwest nexwest dost û
dijmin pê bawer in, ji ber ku folklor û zikmamkê
milet belav dike, we bi we dihesîne ..!
Îca ez hêvîdar im, bes devê sungiya xwe ji
ser min rakin, min mêşînin, berê dil î can
bû, li ser xwe bû, tehmul dikir, lê niha na,
xudêkê min neêşînin, tenê hêstir mane û ez
wan jî ji bo we diweşînim...
Berê bi êş û kederan, bi sixêf û derbên
sextekaran nedihesiya, bes sîleha min a herî
mekin niha hêstir û hesret û xewnekirinê
şeva ye...
Êriş nîn e, kîn û( buxid û
xayê) jî tuneye, bes mixabûnek heye, dilê
xwe bi xwe mehkeme dike, şaşiya tilivizyona
dilê xwe vedike û bi xwe lê dinihêre, wek
gotinên hin kesan (kesên nezan) ! ihtêrama
(Rêza ) min jê re heye,ji ber ku belkîm ew
zane bin lê xwe bi dest nezanan xistibin!
Ew tîr û gotinên ku ji cem wî de tên min
(me), li xwe nafkire ku ew tîrê ku davê ê
here kê bikuje, bes dizane ku tîr ji wî
kevanî difilête û diçe, belkîm nizane kê jî
dayî dest wî _ xeşîm e, Tema me got nezan e
_ hinek pê dimirin û dêşin ew jî pê forsan
dike..!!
Ku çiqas ez ji we re neyar bim (
çiqas tu min neyar dibînî) ne weku neyarê
rast e, ew neyarê min û te, min û we, ê
me..!!
Îca ez heyran.. berî tu mektûbê
vekî, bes carekê gul xwe ne, vê gotina go (
Got).. mala me xerakir, law te ji ku bihîst
ku go..!? vê gotinê xulî bi serê te kir û te
jî pê mala xelkê xerakir.
Ez yê dawiyê jî
nabêjim ji ber ku, eger tu bixwezî fehm bikî
mektûb di ser re jî fehm dibe. Ê din jî bi
xwe ji hev derxe.
Bavê Elî (Eltico)